Dema binçavkirina Hevseroka KCD'ê Guven hat dirêjkirin

RIHA-Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a piştî pîrozbahiyên rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, duh di dema derketina gund de hat binçavkirin û sewqî edliyeyê hat kirin, dema binçavkirina wê 6 rojan hat dirêjkirin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a duh piştî pîrozbahiyên 68'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di dema derketina ji gundê Amarayê ji aliyê cendirmeyan ve hat binçavkirin, li Fermandariya Cendiremeyan a Xelfetiyê piştî îfadedayîna bi tawanbariya "Beşdarbûna pîrozbahiya li Amarayê", sewqî Edliyeya Rihayê hat kirin.

Der barê binçavkirina Guven a ku sewqî dozgeriyê hat kirin de, dozgeriyê bi biryara "Delîl nehatine berhevkirin û ji ber gumana reva kes heye" dema binçavkirinê 6 rojan dirêj kir.