WAN -Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci hat berdan.
Hevşaredarê Şaredariya Qelqeliyê Zeki Yildiz ê di 29'ê Adarê de li navçeya Payîzava ya Wanê hatibû binçavkirin, li ser îtiraza Serdozgeriya Komarê hatibû girtin. Her wiha Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci ya ku di 9'ê Cotmeha 2015'an de bi şertê venêrîna edlî serbest hatibû berdan û li ser îtraza Dozgeriya Komarê bi tawanbariya "Sûckirina li ser navê rêxistinê", "Muqawemeta li hemberî karmendê peywirdar" û "Xesardayîna mal" hatibû girtin, hat berdan.