Ber bi Çiyayê Gabarê ve sewqiyata leşkerî

ŞIRNEX - Ji navenda Şirnexê ber bi herêma Bîrava ya li quntara Çiyayê Gabarê ya ku duh 3 leşker lê miirbûn sewqiyata leşkerî pêk hat.

Ji 23'emîn Tumena Cendivrmeyan a Sînor a Şirnexê gelek wesayîtên leşkerî ber bi Çiyayê Gabara ve ku duh lê 3 leşker miribûn û 5 leşker birîndar bûbûn çûn. Hat zanîn ku, sewqiyata leşkerî çûye Tabûra Leşkerî ya Gormeçê ya li quntara Çiyayê Gabarê ye. Her wiha piştî teqîna duh, li herêmê tevgera helîkopteran û heronan jî heye.