ANTALYA- Li Antalyaya ku bi qasî turîzmê navenda çandiniyê ye jî, cotkaran diyar kir ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na". Endamên AK Partiyê cotkar Yavuz Erdem jî wiha got: "Em heta qirikê ketine nava daynan. Aramî û bawerî nemaye."
Navçeya Aksu ya Antalyayê ku li gel turîzmê di heman demê de navenda çandiyê ye jî. Li navçeyê bi hezaran sera tên danîn û li van serayan zebze tên çandin û li gel Tirkiyeyê Ewro û Rûsya jî pêdiviyên xwe yên zebze ji vir peyde dikin. Li navçeya Aksûyê karkerên çandiyê diyar kirin ku ew bê sebr li benda roja referandûmê ne da biçin ser sindoqan. Cotkar û karkeran dest nîşan kir ku, ew ê di referandûmê de ji vê rewşa mexdûriyetî ya ku ew tê de ne û hatiye serê wan bibêjin "Na".
‘HÎN JÎ KARKERÊN ÇANDINIYÊ DI QASEYÊN QAMYONAN DE DIMIRIN'
Şirin Duymaz ê zêdeyî 10 salan de karkeriya çandiniyê dike, diyar kir ku bêyî ew bifikire ew di referandûmê de bibêje "Na" û wiha got: "Li welat tu devere nehiştin ku nefirotin. Her tişt li holê ye. Cotkar miriye. Çandinî miriye. Karkerê çandiniyê miriye. Ma dê hîn gel çi bike. Îjar bi ser vî halî de em ê çawa bibêjin 'Erê'." Duyamaz ê got 'Li bendê ne ku em bibêjin 'Erê'" wiha domand: "Ji bo wan 'Erê' 'Merê' tune ye. Ji bilî 'Na'yê tu şensekî me yê din tune ye." Duymaz, anî ziman ku sal 12 meh zivistan û havînê ew li nav zeviyand ixebitin û got, ew bi tu awayî beramberiya keda xwe wernagirin. Duyamz, dest nîşan kir ku hikûmeta AK Partiyê, 12 sal e heman tiştî dubare dike, lê belê heta niha tu tişt jî neguheriye. Duyamaz, anî ziman ku hîn jî karkerên çandiyê di qaseyên qamyonan de dimirin û wiha got: "Êdî ji vana re bes e!" Duymaz, dest nîşan kir ku ew ê di 16'ê Nîsanê de hesabê wan sozên ku 15 sal in didin, lê bi cih nayînin bipirsin.
COTKARÊ AK PARTIYÎ: EM DI NAV RÛNÊ XWE DE JÎ NAYÊN SOR KIRIN
Ji cotkarên antalyayî Yavuz Erdem, ji sala 2002'yan heta niha dengê xwe dide AK Partiyê û di heman demê de jî endamê AK Partiyê ye. Erdem, diyar kir ku dê di referandûmê de tercîha wî "Na" be û sedema vê jî bi maliyeta zebzeyan ve rave kir: "10 sal berê buhayê xiyaran lîreyek bû. Kîsê gubre jî bi 10 lîreyî bû. Niha ez torbeyê gubre bi 150 lîreyî dikirim. Lê hîn jî xiyar bi lîreyekê ye. Mazot bû 5 lîre, lê hîn jî xiyar bi lîreyekê ye."
Erdem wiha domand: “Em nadizin, naçirpînin. Lê heta kuderê. Em heta qirikê noq bûne. Aramî, bawerî nemaye. Em di nav rûnê xwe de jî nayên sorkirin." Erdem, dest nîşan kir ku hem polîtîkaya derve û hem jî ya hundurîn bandorê li wan dike. Erdem, diyar kir ku li dor Tirkiyeyê tu dostên wê nemane û wiha axivî: "Em ê vî berê bifiroşin kê. Min sala çûyîn 80 ton mal firot. Balafir ket, 70-80 hezarî deyndar bûm. Niha jî krîza bi Hollandayê re heye, nizanim ez ê çi bikim. Heke ev qanûn jî derbas bibe, hema bila Xwedê alîkariyê me be."
Erdem, anî ziman ku bi salan e ku cotkar tên xapandin û wiha domand: "Êdî em nikaribin bibêjin a bixêr jî. Dibêjin ev ji ehlê 'Na'yê ye. Astengiyan derdixînin. Lê dîsa jî ez dibêjim 'Na'. Ji sala 2002'yan heta niha dibêjin em ê pirsgirêka cotkaran çareser bikin. Lê nakin. Êdî ez bawer nakim. Di her hilbijartinê de behsa rê, pir û mafên mirovan dikin. Paşê jî me hemûyan ji bîr dikin. Ji ber vê ez dibêjim 'Na'."