Sarp Kuray hat berdan

STENBOL - Sarp Kuray ê ku yek ji kesên navdar ên nifşên 68'an e ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê hat berdan.

Ji nifşên 68'an Sarp Kuray ê ku bi îdaya "Rêxistina 16'ê Hezîranê avakiriye" "Bi zorê guhertina nîzama qanûna bingihînî" bi salan e li girtîgehê de bû hate berdan. Kuray ê ku 7 sal û 8 meh in li girtîgehê hat berdan ji aliyê malbat, xizm, heval û dostên xwe û Fîkrî Saglar ve hate pêşwazîkirin. Kuray bi salan e bi tenê serê xwe bi avakirina rêxistinê dihat sûcdarkirin.