ÎHD: Li Girtîgeha Çorûmê ji bo şidetê ekîbek taybet hatiye avakirin

ENQERE - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Enqereyê, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa L a Çorûmê ji bo şidetê li girtiyan bikin, ekîbeke taybet hatiye avakirin.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa L a Çorûmê raporek amade kir. Komîsyonê, ragihand ku bi taybetî girtiyên ku ji Girtîgeha Çankiri û Girtîgeha Sêrtê sewqî Çorûmê tên kirin, şidet li wan tê kirin û dest nîşan kir ku, wan li ser vê heyetek şandiye girtîgehê û bi girtiyan re hevdîtin çêkiriye.

'HÛN TERORÎST IN, XLASIYA WE TUNE YE'

Di rapora ku piştî hevdîtinan hat amadekirin de, binpêkirinên mafan ên ku girtî ragihandine ev in:

*10 kesên ku dema ji Çankiriyê sewqî Çorûmê hatin kirin li 3 cihên cuda hatine ragirtin.

*Di 16'ê Adarê de her çi qas baran dibariya jî ji girtiyan xwestine li derve bên hejmartin. Lê piştî girtiyan îtiraz kiriye û xwestine li aşxaneyê hejmartin bê kirin, gardiyanan êrîşî wan kiriye. Paşê ew derxistine hewadariyî û li vir ew derb kirine.

*Li hewadariyê sixêf ji wan re hatine kirine, heqaret li wan hatiye kirin û êrîşî wan kirine. Liv ir ji wan hatiye xwestin ku bibêjin "Bextewar im ku ez tirk im". Bi vê re gardiyanên ku kincên taybet li wan bûne û di dest wan de cop hebûne êrîşî wan kirine. Gardiyanan li gel mudurê girtîgehê gefa "Hûn terorîst in, xelasiya we tune ye" li girtiyan xwarine.

*Mase û sandalyeyan nadin wan û li wan tê ferzkirin ku li erdê xwarinê bixwin. Kamerayên li hewadariyê nivîngehê, kamerayên li xwaringehê jî şerşo û tuwaletan dibînin.

*Hin ji girtiyên ku di 31'ê Çileyê de hatine, bi qasî mehekê di hucreyan de hatine ragirtin.

*Dema wan dibin revîrê, li hin cihên diyarkirî tim pêlavên wan tên derxistin û di dema lêgerînan de tên tacizkirin.

*Di nav gardiyanan de bi taybetî ji bo derbkirin û şidetê ekîbeke taybet heye. Ji ber gewriya girtiyekî şîdet lê hatiye kirin hatiye jidanadin hîn jî belxema bixwîn ji gewriya wî tê. Ji girtiyan yek jê li ber kamereyan bi qasî 20 deqîqeyî rastî şidetê hatiye.

*Gef li wan tê xwarin ku, îşkence û şideta niha ne tu titştek e û dê berdewamiya wê bê. Her wiha bi muamleyeke ku da neyên nêzî serdêran dibin û tim wan eware dikin.

'MÎSYONA GARDIYANÊN BI KINCÊ TAYBET ÇÎ YE?'

Her wiha heyetê di rapora xwe de cih da tespît û çavdêriyan jî. Tespît û çavdêriyên di raporê de ev in:

*Tê diyarkirin ku nêzîkatiyên heqaretî yên li dijî girtiyan tên nîşandan, li hemberî serdêran jî tên nîşandan.

*Pêdiviyên herî xwezayî yên girtiyan nayên dayîn. Kamerayên ku bi tu awayî li nepeniya jiyana taybet nayên, li her derê girtîgehê hatine bicihkirin.

*Tiliyên girtiyekî hatine şikdanin, lê nayê zanîn ku bijîşkê girtîgehê çi kirarî kiriye.

*Gardiyanên bi kincên taybet ên behsa wan tê kirin kî ne? Girtiyan beyan kir ku ji ber wan negotine "Bextewar im ku ez tirk im" hatine derbkirin. Gelo girtî ji aliyê van gardiyanan ve hatine derbkirin?

'İMEKANÎZMAYEKE KU VENÊRÎNA BINPÊKIRINAN BIKE TUNE YE'

Di raporê de hat diyarkirin ku, dozgerî û mudurên Gîrtîgeha Tîpa L a Çorûmê, li dijî peymanên mafên mirovan ên navnetewî û li dijî sererastkirinên qanûnî yên di Qanûna Bingehîn de tevdigerin. Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku ji bo çewisandin û pêkanînên girtîgehê mekanîzmayeke venihartinê tune ye.

Herî dawî di raporê de banga çêkirina mekanîzmayeke venihartinê ya li gor "Protokola Hilbijartî ya Peymana Astengkirina Îşkence, Muameleyên Zalîmane Yên Derî Mirovahiyê yan jî Binpêkirina Rûmetê û Cezakirin" hat kirin.