'Ma 15 sal in kî bi rê ve dibe ku em ji bo îstikrarê bibêjin 'Erê''

RIHA - Esnafên pasaja amûrên elektronîk, kozmetîk û pêlîstokan a li Rihayê diyar kirin ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".

Li Rihayê esnafên pasajên Japon, Kapali, Pasajên Ewropayê û Navenda Kar a Cîhanê yên ku amûrên elektronîk, kozmetîk û pêlîstok li wan tên firotin, diyar kirin ku ji ber krîza aborî êdî karê wan nabe û dest nîşan kirin ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".

‘HEKE BAVÊ MIN BE JÎ JI VÊ PERGALÊ RE 'NA''

Serokê Komeleya Esnafên Pasaja Japonê ya malzemeyên elektronîk lê tên firotin, Mehmet Toprak, anî ziman ku ew 20 sal e esnaftiyê dike û wan wek vê serdemê serdemeke xerab nedîtiye. Toprak, diyar kir ku beriya her tiştî ew ê ji bo karê xwe bibêjin "Na" û wiha got: "Ev ne meseleya partiyan e. AKP, MHP, CHP, HDP ferq nake, heke bavê min be jî ez ê ji vê pergalê re bibêjim 'Na'. Ez qebûl nakim ku Komara Tirkiyeyê teslîmî yekzilamî bê kirin. Naxwazim hemû raye têkevin destên kesekî tenê. Di nava salekê de piranya esnafên me ji neçarî dikanên xwe girtin. Hemû ji ber zêdebûna dolar îflas kirin." Toprak, diyar kir ku wî li ser bîlboardên li ser iya mala wî nivîsa "Ji bo îstikrara 'Erê'" dîtiye û wiha axivî: "Xwe bi xwe keniyam. Di hilbijartina Hezîranê de jî digotin 'Ji bo îstikrarê deng bidin AKP'ê'. Lê belê, ne îstikrar hat Tirkiyeyê û ne jî hat Rihayê. Bereksê wê şer û OHAL hat. Di 1980'yî di dema Kenan Evren de jî me OHAL'eke evqasî dirêj nedît. Ji ber vê em ê di referandûmê de bibêjin 'Na'."

‘JI BO 'NA'YÊ GELEK SEDEM HENE'

Bavê 8 zarokan û esnafê 20 salan Yusuf Berk (77) ê li Pasaja Japonê malzemeyên elektronîk difiroşe jî wiha got: "Bi zêdebûna dolar re esnaf perîşan bûye. Kesek jî nayê." Berk, diyar kir ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na" û wiha axivî: "Ji bo Tirkiye teslîmî kesekî nebe em dibêjin 'Na'. Qaşo dê îstikrar çêbibûna, dê erzanî çêbibûna, dê refah bihatana Tirkiyeyê. Lê ka îstikrara we? Dibêjin îstikrar, lê belê piraniya welatiyan baş nizanin ku ji îstikraraê mebesta wan çî ye. Esnaf û zarokên xwe perîşan bûne. Ji bo 'Erê' tu sedemek me tune ye, lê belê ji bo 'Na'yê gelek sedemên me hene."

‘JI EM NEGIRIN EM LI BER XWE DIDIN'

Bavê 4 zarokan û esnafê 20 salan Metin Yildirim (41) ê li Pajaja Kapaliyê telefonan difiroşe jî wiha got: "Niha piyase bi temamî miriye. Niha krîzeke mezin heye. Gel perîşan bûye û em nikarin krediyên bankeyan bidin. Min erebeya xwe jî ji bo firotinê derxist piyaseyê. Rewşa me qet nebaş e. Ji ber vê ez ê di referandûmê de bibêjim 'Na'. Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê dibêjim 'Na'. Naxwaz kesek tenê bi rê ve bibe. Tevî min em 6 kulfet in. Niha em nikarin xweşikî debara xwe bikin. Em hewl didin li ser piya bisekinin, lê belê gelek esnaf ji neçarî dikanên xwe girtin."

‘JI BO ÇI EM Ê BIBÊJIN 'ERÊ''

Bavê 4 zarokan û esnafê 30 salan Ysain Altundag (50) ê li Pasaja Ewropayê Tabloyan difiroşe jî, diyar kir ku bi hefteyan e ku wî hîn serfetih nekiriye. Altundag, dikanên girtî yên li qadên jor ên pasajê nîşan dan û wiha got: "Ev dikanên ku hûn dibînin hemû vala ne, ji ber esnafan nikaribû kar bike girtin. Dev ji qezenckirinê berde, esnaf êdî nikare heqê fatûreyên xwe yên av û elektrîk jî bidin. Niha min fatûraya xwe ya ceryanê ya 3 hezar TL'yî û kiriya xwe ya 3 mehan nedaye. Tu xêreke 'Erê' ji bo me tune ye. Tew ger 'Erê' derkeve dê rewş xerabtir bibe." Altundag ê pirsa "Heke bi 'Erê' dê rewş baş bibe, nexwe 15 sal kî welat bi rê ve dibe?" kir, anî ziman ku ew bi tu awyaî ji pergala heyî nerazî ne, lê belê pergala bê dê ji ya heyî xerabtir bibe. Altundag wiha domand: "Berê mulkiyeta dikanê ya min bû. Mala min û wesayîta min hebû. Lê niha ji bo pereyê otobêsê nedim, peyatî diçim malê û têm. Êdî rewşa me ew e ku em nikarin heqê otobêsê jî bidin. Roj heye, di bêrîka min de xercaneya min jî tune ye. Yanî wek hûn dizanin tu halekî ku em bêjin 'Erê' di me de nehiştin."

'EZ DÎKTATORIYÊ NAXWAZIM'

Bavê 5 zarokan Îbrahîm Kaya (35) anî ziman ku, karê esnafên Pasaja Ewropayê nebaş e û got, ev rewş bandoreke neyînî li ser wî jî kiriye. Kaya, diyar kir ku 10 sal ku ew li pasajê karê guhêzkariyê dike û wiha axivî: "Niha kar bi temamî qediyaye. Esnaf qezenc nake, ji ber vê em jî qezenc nakin. Ji bo çi ez ê bibêjim 'Erê'. Em pergala parlementeriyê dixwazin. Dîktatoriyê naxwazim. Ji ber em nikarin qezenc bikin, xweşikî em nikarin zarokên xwe jî bidin xwendin."

DITIRSIN

Bavê 3 zarokan û esnafê 33 salan Mehmet Antepli yê li Navenda Kar a Cîhanê potê bin sifreyan difiroşe anî ziman ku, li pasajê esnafên ku dibêjin "Erê" û dibêjin "Na" hene, lê belê herî zêde dibêjin "Na". Antepli, dest nîşan kir ku ji ber tirsê esnafên li pasajê newêrin tercîha xwe diyar bikin, lê belê di sohbetan de piranî jê ehlê "Na"yê ne.