Erdogmuş: Divê demildest daxwazên girtiyan bi cih bên

AYDIN - Li Girtîgeha Şakranê greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger di roja 51'emîn de ye. Parlementerê HDP'ê yê Amedê Nimettullah Erdogmuş, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê di rojên krîtîk de ye û xwest demildest daxwazên girtiyan bi cih bên.

Li Girtîgeha Şakranê ya Alîagaya Îzmîrê greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger di roja 51'emîn de didome. Parlementerê HDP'ê yê Amedê Nimettullah Erdogmuş, dest nîşan kir ku her diçe rewş girtiyan xerab dibe û got, mijar bi riya diyalogê dikare bê çareserkirin. Her wiha Erdogmuş, anî ziman ku divê demildest daxwazên girtiyan ên mafdar esas bên girtin.

'MA ÎZAHIYATA NEHESTIYARIYA KU LI HEMBERÎ KESÊN JIYANA XWE FEDA DIKIN HEYE?'

Erdogmuş dest nîşan kir ku êdî greva birçîbûnê ketiye demeke krîtîk û wiha pirsî: "Îro li girtîgehan mirovên me bedenên xwe, jiyana xwe berpêşî birçîbûnê dikin. Ma ji vê meseleyê girantir û zehmetir tiştek heye. Ma ji vê pêvtir dê çawa bê îfadekirin. Ji bo kesên din bi awayekî azad bijîn jiyana xwe feda dikin. Ma tu îzahiyata nehestiyariya ku li hemberî kesên jiyana xwe feda dikin heye?"

'DIVÊ DAXWAZÊN WAN ESAS BÊN GIRTIN'

Erdogmuş, anî ziman ku divê daxwazên girtiyan esas bên girtin û wiha axivî: "Divê peyamên van mirovên me rast bên xwendin û demildest daxwazên wan esas bên girtin û bi muzakereyê dawî li vê bê. Heke nêzîkatiyeke wek 'vana ji bo çi wisa dikine, bila dev jê berdin' hebe, ew çax em ne wan û ne jî pirsgirêkên welat û gefên li pêş me nabînin. Li vir banga me ev e, di serî de em bang li rêvebirin girtîgehê dikin. Bila dev ji çewisandinan berdin, bila demildest guh bidin vê bangê. Bila demildest tevbigerin, daxwazên wan esas bigirin û çareser bikin."

Erdogmuş, balê kişand ser gotinên Serokomar Erdogan ên "Li girtîgehan dayikan bi zarokên xwe re nikaribûn bi kurdî biaxivin, niha bi rihetî diaxivin" û wiha got: "Pirsgirêk ji vir dest pê dike. 'Em tune bûn, ev tune bû, em hebûn filan û bêvan heye. Ji me bixwazin'. Tu dibê qey derdoreke ku doza tiştan dike, parsekiya tiştan dike heye. Em ji tu kesî tiştekî naxwazin. Kurd ji kesî tiştekî naxwazin. Bi dehan sal gelê me guhdariya van nutûkan kir. Êdî tu îltifateke vana tune ye û rastiyek wan jî tune ye. Û ji van nutûkan ne jî bendeariyeke gelê me heye."

Erdogmuş, dest nîşan kir ku divê îktîdar bi riya demokratîk pirsgirêka kurdî çareser bike û wiha domand: "Hîn jî îktîdar di dest serokomar deye û rayeya wî ya ku vê pirsgirêka civakî ya kangrenbûyî çareser bike heye. Heke ev raye bên taloqkirin û bi awayekî rast neyên bikaranîn, çawa ku di 15'ê Tîrmehê de welat hejiya, dê sibê bi hin hewldanên din jî biheje, lê dê êdî bunye di rewşeke zelzelî de be. Em wisa difikirin ku divê demildest pirsgirêk bê nîqaşkirin."

'NEWROZ BERSIVA ÎKTÎDARA SIYASÎ DA'

Erdogmuş, anî ziman ku beriya Newroza Amedê atmosfereke ku li herêmê HDP îflas kiriye dane der û got, pîrozbahiyên Newrozê bersiveke baş da îktîdara siyasî. Erdogmuş, diyar kir ku her diçe "Na" xurtir dibe û wiha domand: "Divê pêşî em berî Newrozê û piştî Newrozê baş tahlîl bikin. Beriya Newrozê atmosfereke herba derûnî didan der û wek HDP'ê li herêmê îflas kiribe dest nîşan dikirin û wek ganîmet li holê hebe û ev ganîmet dê ji aliyê îktîdarê ve bê parvekirin. Lê Newroz vê astmosferê piştrast nekir. Berkesê wê diyar kir ku ev atmosfer ne rast e û beriya her tiştî peyamek da îktîdara siyasî. Dema ev dît hemû bendewariyên wê yên li herêmê serobino bûn. Piştî vê demildest li bajarên mezin planek nû xistin dewrî û bi ser kurdan ve çûn. Li ser wan hin hesabên din kirin. Bayê ku niha didin der ne astmosfereke rast e. Dê Ege encama 'Na'yeke mezin tescîl bike. Li Stenbolê jî xurtbûneke cidî ya 'Na'yê heye. Em li benda 'Na'yeke ku dê encamên 7'ê Hezîranê bide der in."