AMED - Der barê Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer û Endamê Meclîsa Şaredariyê Murat Ay de, ji ber bi destê qeyûm Muhsin Çiçek negirtine û bi îdiaya gef lê xwarine û heqaretî lê kirine, bi daxwaza ji 3 salan heta 7 salan cezayê girtîgehê doz hat vekirin.
Der barê Hevşaredara Şaredariya Pasûrê Sadiye Suer û Endamê Meclîsa Şaredariyê Murat Ay ên hatine girtin de, ji ber di civîna meclîsa şaredariyê ya 7'ê Mijdara 2016'an de bi destê Muhsin Çiçek ê wek qeyûm tayînî şûna endamê meclîsa şaredariyê hat kirin negirtine û bi îdiaya "gef lê xwarine û heqaret lê kirine" doz hat vekirin. Têkildarî bûyerê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Pasûrê ve îdianame hat amadekirin û îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Pasûrê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de bi îdiaya "Gefxwarina bi bikaranîna navên rêxistinên sûcî" û "Heqareta li peywirdarên cemaweriyê" ji 3 salan heta 7 salan cezakirina Suer û Ay hat xwestin. Di îdianameyê de Çiçekê wek qeyûm hat tayînkirin wek "muştekî" cih digire û wek şahid jî tenê îfadeya 4 endamên Meclîsa Şaredariyê yên AK Partiyî cih digirin.
Çiçek di îfadeya xwe de îdia kir ku Endamê Meclîsa Şaredariyê Murat Ay jê re wiha gotiye: "Em te şermezar dikin. Em te qebûl nakin. Tu ji li hêla dijmin cih digirî." Her wiha Çiçek, der pêş kir ku Sadiye Suer jî di dema civînê de gotinên gefî û heqaretî lê kirine û di îfadeya xwe de wiha got: "Ez jî we şermezar dikim. We mafê me xesp kiriye. Em we şermezar dikin û qebûl nakin. Serokomar kurdan bera hev dide..."
Her wiha 4 endamên Meclîsa Şaredariyê yên AK Partiyî jî di îfadeyên xwe de îfadeyeke nêzî ya Çîçek dan.
Suer û Ay di îfadeya xwe de tiştên pê tên tawanbarkirin red kirin. Suer, di îfadeya xwe de diyar kir ku ew di rûniştinê de serokê meclîsa şaredariyê bû û got, di nîvê civînê de Çiçek ketiye eywanê û tenê bi destên endamên meclîsê yên AK Partiyî girtiye. Suer, diyar kir ku wê di meclîsê de wiha gotiye: "Em li navçeya Pasûrê bêaramiyê naxwazin. Hevalên me yên hatine girtin bi dengên gel hatine hilbijartin. 2 sal e bi koma AKP'ê re nîqaş û munaqeşeyên me çênebûne. Çimkî, ew ji aliyê gel ve hatine hilbijartin. Rêza me ji bo biryara gel heye." Her wiha Suer dest nîşan kir ku wê gef li tu kesî nexwariye û heqaret li tu kesî nekiriye.
Endamê Meclîsa Şaredariyê Murat Ay jî, di îfadeya xwe de dest nîşan kir ku Çiçek bi destê hemû kesên di civînê de bûne girtiye, lê ji ber Çiçek wek qeyûm hatiye tayînkirin, wî bi destê wî negirtiye û got, wî bi tu awayî heqaret lê nekiriye û gef lê nexwarine.
Dozger, di îdianameyê de cezakirina Suer û Ay xwest.
Dê di rojên pêş de doz li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Pasûrê bê dîtin.
Deniz Tekin - dîhaber