Çima muduriyeta polîsan, beriya ceza li Kamuran Yuksek geriya?

AMED - Endamê Komîsyona Huqûqê ya DBP'ê Parêzer Şivan Cemil Ozen, cezakirina bersûcên doza "KCK"ê nirxand. Ozen, anî ziman ku beriya rûniştina dozê bi rojekê muduriyeta polîsan bi telefonê li Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek geriyeya û got, bi komployekê girtina wî hatiye plankirin.

Di çarçoveya "Doza Sereke ya KCK"ê ya ku 8 salan domand de ceza li 99 siyasetmedarên kurd hat birîn. Di nav kesên ceza li wan hat birîn Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û siyasetmedarê kurd Ahmet Turk jî hene. Endamê Komîsyona Huqûqê ya DBP'ê Parêzer Şivan Cemil Ozen biryara cezadayînê niraxnd. Ozen, diyar kir ku kesên hatine cezakirin hemû bi awayekî demokratîk û aştiyane siyaset bi rê rê ve dibin û wiha got: "Ma heke siyasetmedarek nikaribe biaxive dê çi bike. Siyasetmedarek ji bo siyasetê bike hewl dide. Lê mixabin xebatên wan ên siyasî tên îllegalîzekirin û bi îdiaya 'Endatiya rêxistinê' ceza li wan tê birîn. Helbet pêvajoya temyîz û darazê jî heye. Em ê şopdarê dozê bin."

JI BO ÇI LI KAMURAN YUKSEK GERIYAN?

Ozen, dest nîşan kir ku beriya dozê bi rojekê muduriyeta polîsan bi riya telefonê li Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek geriyaye û jê re gotine divê bê muduriyetê. Ozen wiha domand: "Kesê bi telefonê li hevserokê me yê giştî geriya, jê re gotiye ji bo îfadeyekê divê hûn bên muduriyeta polîsan. Rojek berî ku doz bi encam bibe û ceza bên birîn lê lê geriyane. Her kes dizane ku hevserokê me yê giştî li derveyî welat e. Lê geriyan, lê di necama lêkolînan de em jî nizanin ji bo çi bû. Her wiha em nizanin yê lê geriyaye kî ye jî. A rast di çarçoveya hemû dosyeyan de lêpirsîn heye yan ne, em jî nizanin. Tabî roja din dadgehê biryar da û 8 sal û 9 meh ceza lê birîn û der barê wî de biryara girtinê hat dayîn. Ev biryara girtinê tê vê wateyê. Yanî heke hevserokê me yê giştî li vir bûna, dema ji bo îfadedayînê biçûna Şaxa TEM'ê dê bihatana binçavkirin û dê roja din bi biryara dadgehê re bihatana girtin û ew bişandanan girtîgehê."

‘EM Ê JI SIYASETÊ DÛR NEKEVIN'

Ozen, bi riya telefonê gerîna li Yuksek û gazîkirina wî ya ji bo îfadedayînê wek komployekê niraxnd û wiha got: "Ev lêgerîna telefonê ji bo kîjan daxuyaniya çapemeniyê an jî lêpirsînê bû. Ew difikirin ku bi girtina feraseteke siyasî ew ê wan ji siyasetê dûr bixin. Lê em ê tu carî ji zemîna siyaseta legal nerevin û bi dûr nekevin. Divê her kes vê zanibe. Em siyaseteke demokratîk û aştiyane bi rê ve dibin û em ê tim jî vê biparêzin."

‘EV BIRYAR KÛMPASEK E'

Ozen, diyar kir ku ev cezakirin bi temamî kûmpasek e û wiha domand: "Her çi qas daneyên şênber li holê hebin jî, di serî de hevserokê me yê giştî, ceza li gelek siyastemedarên kurd hat birîn. Ev biryareke siyasî ye. Em vê qebûl nakin. Em ê tim li qada siayseta legal bin. Fealiyetên me yên siyasî di tuzuka me de hene. Em ê li gor tuzuka xwe siyaseta xwe bi rê ve bibin. Heke çavê wan lê ye me ji zemîna siyaseta demokratîk dûr bixin, bila zanibin ku em bi van cezayan û biryaran serî natewînin. Em ê li ber xwe bidin, ji xwe tenê berxwedan li me tê. Tirsonek bêyî li ber xwe bidin direvin. Lê em ê li gel her tiştî jî li ber xwe bidin. Em ê li ser zemînekî huqûqî li ber xwe bidin. Em ê bi daneyan derxînin holê ku ev doz dozeke kûmpasî ye. Em ê ji vê nerevin. Daraza netewî çi biryarê dide bila bide, em ê vê dozê veguhêzînin daraza navnetewî."