ŞIRNEX - Welatiyên Şirnexê der barê hatine Serokwezîr Binali Yildirim û cihê mîtîngê ya ku dê li şûna avahiyên hatine hilweşandin bê lidarxistin bertek nîşan dan. Şirnexiyan wiha got: "Hem dê li cihê cenazeyên zarokên me mîtîngê li dar bixin hem jî dê dengan ji me bixwazin. Dê bi kîjan rûyî bê vê derê?"
AKP, dê li navenda Şirnexa ku di qedexeya derketina kolanan de ji sedî 70'yê wê hat hilweşandin, bi beşdarbûna Serokwezîr Binali Yildirim mîtînga referandûmê bê lidarxistin. Mîtînga ku dê li Taxa Yeniyê bê lidarxistin, di heman demê de cihê avahiyên ku di dema operasyonên nav bajêr de hatin hilweşandin bi xwe ye. Şirnexiyan der barê hatina Serokwezîr Yildirim û cihê ku dê mîtîng bê lidarxistin de bertek nîşan dan.
'DIBE KU HÎN JÎ CENAZEYÊN ZAROKÊN ME LI CIHÊ MÎTÎNGA WAN BIN'
Welatiyê bi navê Abdulaziz Tunç ê mala wî ya li Taxa Yeşîlyurtê hilweşiya û niha li Taxa Gundogduyê di xaniyekî bikirê de ye, der barê hatina Serokwezîr Yildirim de bertek nîşan da û got, ew ê di her rewşê de dengê "Na"yê bidin. Tunç bertek nîşanî cihê mitînga AK Partiyê jî da û wiha axivî: "Li ser kavilên me û cenazeyên zarokên me mîtîngê li dar dixin. Dibe ku niha jî cenazeyên zarokên me di bin axa cihê ku dê mîtîngê li dar dixin de bin. Bajarên Kurdistanê temamî xerab kirin. Niha tê û dengan ji me dixwaze. Ew bi çi ruyî tên vir? Divê wê rojê tu şirnexî ji malên xwe dernekeve. Ji xwe dê roja mîtîngê çend polîs, leşker, cerdevan û karmend li vî bajarî hebin û li bajarên derdorê wê hemûyan bi otobûsan bikêşin Şirnexê. Divê gelê me jî wê rojê qet neçe kar û bi vî awayî prostesto bike."
'EWQAS KEÇ Û XORT KUŞTIN NIHA JÎ TÊN DENGAN DIXWAZIN'
Dayika bi navê Fatma Uysal a 68 salî ku li Taxa Yeşîlyûrtê rûdine jî hilweşandina malên xwe bi bîr xist û wiha bertek nîşan da: "Ewqas keç û xortên kurdan kuştin, lê niha tên dengan dixwazin. Me li vî bajarî rezîl û perîşan kirin. Ma qey em ê deng bidin wan? Ez extiyar im û nikarim biçim mîtînga kurdan îja ez ê çawa biçim ya Erdogan."
DAYIKA LOKMAN BIRLIK: BILA PAŞEROJA CIHÊ KU MÎTÎNGÎ LÊ LI DAR DIXIN BINÊRIN
Dayika Haci Lokman Birlik ê ku di 3'yê Cotmeha 2015'an de ji aliyê polîsan ve hat kuştin û pişt re bi wesayîta zirxî ve hat kaş kirin, Nazire Birlik jî got, ew nikarin konekî li ser axa xwe vedin, lê ew tên mîtîngê li dar dixin. Dayik Birlik ev tişt gotin: "Heger rehm û fikra qenciyê di dilê Yildirim de hebûya, wê li cihê mîtîngê, her dera ku piyê xwe dê biavêje ser binêre. Bila binêre ka beriya salekê ew der çawa bû û îro çawa ye. Ji bo çi ev bajar hilweşandin û çi ket destê wan. Kesê dengê 'Erê' bide Erdogan ew jî şirîkê guhenên wî ne. Wê bi kîjan rûyî were. Piştî evqas hilweşandin û zilmê? Divê miletê me li navê xwe û nasnameya xwe binêre û neçe mîtînga wan."
'EM NÊZÎ WÊ DERÊ JÎ NABIN'
Jina bi navê Nafiye Uysal jî diyar kir ku, her denga ji bo "Erê" were bikaranîn tê wateya hilweşandinê û wiha bertek nîşan da: "Qey em ê niha deng bidinê û bibêjin werin hêj me bikujin, me bişewitînin. Kesê biçe mîtînga wan xwedê nebe alîkar û em gava xwe navêjin wê derê." Pîroz Tunç a ku mala wê li Taxa Bahçelîevler hat hilweşandin û niha li Taxa Yeşilyurtê rûdine jî got, tiştek nema ku neaniye serê wan û tên dengan ji wan dixwazin. Tunç da zanîn ku ew ne diçin mîtîngê û ne jî nêzî devera ku dê mîtîng bê lidarxistin dibin.