MÊRDÎN - Serokê ÎHD'ê ya Mêrdînê Prz. Erdal Kûzû diyar kir ku ev 8 roj e di nav wan de parêzer, hevşaredar, parazvanên mafên mîrovan û siyasetmedar jî hene 30 kes bi awayek bê hiqûqî di bin çavan de ne û wiha got: "Rewşa van kesan ji aliyê derûnî û fîzîkî ve di xetereyê de ye."
Di 21'ê mjdarê de tevî Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ê ku bi hinceta "endamê rêxistinê ye" hat girtin. Li gel Hevşaredarê Artûklûyê Emîn Irmak, Sekreterê Şaredariya Mêrdînê Baran Îlhan, endamê meclîsa şaredariyê Mehmet Alî Amak, xebatkarên şaredariyê Şeyhmûs Şîmdî, Sûltan Bîngol, Alîgirên Şaredariya Artûklûyê Îsmet Bîrtek û Mehmet Bîngol, endamên Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD) parêzer Ziya Bagî, Seher Acar, Mahmût Bîngol û Feyzî Atsiz, 30 kes hatibûn binçavkirin. Kesên hatibûn ev 8 roj in bêhincet di bin çavan de ne.
HINCETA BINÇAVKIRINA TÛNE YE
Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Şaxa Mêrdînê Parêzer Erdal Kûzû yê ku li doza siyasetmedaran dinerê derbarê dosyayê de axivî û wiha got: "Di nav wan de parêzer, hevserok, xebatkarên şaredariyê, parazvanên mafê mîrovan jî hene bi dehan kes ev 8 roj in bê hincet li Muduriyeta Mêrdînê de dîl girtine."
REWŞA 30 KESÊN DI BIN ÇAVAN DE XETERE YE!
Kûzû anî ziman ku bi rê û rêbazên ku gelê kurd jê dûr nînin girtin û binçavkirin pêk tên û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Li ser îfadeyên şahîdên nepen Turk û 30 kes kirin binçavan. Ne malbatê wan, ne jî ew nizanin ji ber çi hatine binçavkirin. Bi awayek bê hiqûqî hatin binçavkirin û ev bê hipûqî niha jî berdewam dike."
Kûzû diyar kir ku bi girtin û binçavkirin êrîşê sîyaset kurdan tê kirin wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rewşa Parêzer, hevserokan, parazvanên mafên mîrovan û siyasetmedaran di aliyê derûnî û fîzîkî de di xetereyê de ye."