COLEMÊRG - Malbata Edîtora Rojnameya Rojeva Medyayê Evin Buldan anî ziman ku jiyana Evîn bi koçberiyê derbas bûye, lê tu carî wê dev ji têkoşîna xwe bernedaye. Meta Evîn Bûldan, Xecê Ova diyar kir ku di dema koçberiyê de Evîn 2 salî bûye û dayika Evînê 3 mehan wê bi beruyan xwedî kiriye.
Mirina Edîtora Rojnameya Rojeva Medyayê Evin Buldan a bi qeyrana dil jiyana xwe ji dest da, li civaka çapemeniya azad, malbat û hevalên wê bûye cihê xemgîniyê. Malbata Bûldan ya ku hîn jî bawer nake Evîn miriye, anî ziman ku kenê wê yê ku ji ser sûretê wê kêm nedibû niha li her derê Kurdistanê cihê xwe girtiye.
DEMA KU EVÎN 2 SALÎ BÛ DAYIKA EVÎN 3 MEHAN WÊ BI BERUYAN XWEDÎ KIRIYE
Meta Evîn Bûldan, Xecê Ova diyar kir ku jiyana malbata Evîn bi koçberiyê derbas bûye û wiha axivî: "Evîn her dem ji me re digot,'Tu caran ji ser xeta xwe venegerin. Her dem ji bo vê xetê zêde bitêkoşin.' Niha lawê min jî li çiya ye. Heta dilopek xwîn jî di canê me de hebe em ê xeta Evînê lê şehid bû de bin. Evîn di dilê me de gelek girîng bû. Niha em digirîn, lê kenê wê li berçavên me ye. Malbat gelek jê hez dikir." Ova anî ziman ku, malbata Evînê ji ber polîtîkayên dewletê dema Evînê du salî bûye bi koçberîyê re rû bi rû ma ye û wiha got: "Dema koçberîbûnç tê bîra min, hîna du salî bû dayika wê, wê û birayê wê 3 mehan bi beruyan xewdî kiribû. Birayê wê Yilmaz jî di 25'ê Sibata 2005'an de li Çiyayê Bagok şehîd bû."
KENÊ EVÎN JI BER ÇAVAN NAÇE
Xaltîka Evînê, Naîme Bartîn jî got herîd awî wê 3 meh berê Evînê dîtibû û wiha got: "Ji xwe dema li cem me bû, me ji kenê wê pêştir tiştek nedidît. Ji min pir hez dikir, ji min re digot 'Xanima baxçe' mirina wê gelekî bi me zor tê. Niha ji bo astengiyên dewletê, dê û bavên Evînê nikarin werin ser gora Evîn û Yılmaz. Daxwaza malbatê ew e ku werin ser gora zarokên xwe." Bartîn anî ziman ku, jiyana Evînê bi koçberî yê re derbas bûye û wiha berdewam kir: "Di salên 90'î de ew bi darê zorê ji gundê hatin derxistin û koçberî Nînova û Maxmûrê bûn.Ev koçberiya bi darê zorê tu caran nikaribû rê li ber têkoşîna Evînê bigire. Her dem bi şîrîniya xwe û kenê xwe tekoşîna xwe pêş ve dibir."
Meta Bavê Evînê, Saîme Işık jî anî ziman ku dema Evîn yek salî bûye wê dîtiye û heta 26 salî wê qet nedîtibû û wiha got: "Ji ber jiyana malbata wan ya ku bi koçberîyê derbas bû me hevdu pir nedît. Jiyana Evînê bi tekoşînê derbas bû. Cîhên ku lê rûdinişt behsa tekoşînê dikir. Rojnemevanî ji bo wê gelek girîng bû. Ji bo li çapemeniya azad bû gelek kêfxweş bû. Serê çapemeniya azad sax be."