Di deriyê referandumê de alîkariya pereyan

ŞIRNEX - Li Silopiyayê, wek her hilbijartinê, bi nêzîkbûna referandûmê re jî AK Partî di bin navê "alîkariyê" de pere belav kirin. Lê welatiyên navçeyê, dest nîşan kirin ku ev alîkarî ji bo zêdekirina dengê "Erê" ye. Lê dê bi tu awayî nikaribe rengê dengê wan biguherîne.

Her ku referandûm nêz dibe, partiyên siyasî jî bi lez û bez xebatên xwe bi rê ve dibin. Lê li Silopyaya Şirnexê tiştekî balkêş derket holê. Hikûmeta AK Partiyê wek her hilbijartinê, di vê referandûmê de jî ku çend roj jê re mane bi riya Weqfa Piştevanî û Alîkariyê ya Civakî dest bi belavkirina pereyan kir. Li Silopiyayê Weqfa Piştevanî û Alîkariyê bi riya keyayan xwe digihîne wleatiyan û radigihîne ku, kesên ewlehiya wan a civakiyî tune be û serî li şaxa weqfê ya Silopiyayê bidin dê 500 lîre pere li wan bê belavkirin.

Lê li heman navçeyê di 14'ê Kanûna 2015'an de qedexeya derketina kolanan hatibû îlankirin û di vê qedexeyê de gelek rûxandin çêbûbû. Li gel vê rûxandin û mexûdriyetê jî heta niha ji aliyê dewletê ve tu alîkarî ji bo welatiyên navçeyê nehatibûn kirin. Lê di erefeya referandûmê de alîkariyeke bi vî rengî bû cihê bertekan. Welatiyan diyar kir ku, sedema vê alîkariyê ew e ku li navçeyê ji bo di referandûmê de dengê "Erê" zêde bikin û wiha gotin: "Em berê çawa ku berbayî alîkariya miqarneyan neketin, dê alîkariya pereyan jî rengê dengê me neguherîne."