COLEMÊRG - Niştecihên gundê Şumûnîs yê Colemêrgê, diyar kirin ku ji bo careke din ew dengê pevçûnan nebihîsin û nebin şahidê mirinan ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".
Welatiyên gundên Herêna Berwariya Colemêrgê, diyar kirin ku ji bo careke din ew dengê pevçûnan nebihîsin û nebin şahidê pevçûnan, ew ê di referandûmê de bibêjin "Na". Ji niştecihên gundê Şumûnîsê Bilal Emre, anî ziman ku divê her kes biçe ser sindoqan û bibêje "Na" û wiha axivî: "Divê kurd jî û tirk jî ji vê feraseta yekparêz re bibêjin 'Na'. Pêxemberê dawî jî heta ji hawirdora xwe nepirsiyana biryar nedida, lê ev ev dibêjin 'Tenê em dizinanin û dê daxwaza me pêk bê.' Ji ber vê heke em nebin yek em yeko yeko winda bibin. Ji ber her kesê ku namûsa wî, şerefa wî heye divê biçe ser sindoqan û bibêje 'Na'."
‘DI DAWIYA 15 SALAN DE HÎN JÎ BETAL IM'
Suat Emre yê di salên 90'î de bi darê zorê ji gundê xwe hat koçberkirin û li Wanê bi cih bû, anî ziman ku ji ber wî li bajêr kar nedîtiye dubare ew vegeriyaye gund û dest bi şivantiyê kiriye. Emre, dest nîşan kir ku gelê herêmê şahidiya gelek pevçûn û mirinan kiriye û wiha axivî: "Di sala 1994'an de em mecbûr man ku ji gundê xwe koç bikin. Min li bajêr boyaxvanî kir. 20 salan bi vî awayî min li ber xwe da. Lê belê, ji ber polîtîkayên hikûmeta ku 15 sal in îktîdara min tu kar nedît û dubare hatim gund û min dest bi şivantiyê kir. Ji bo dawî li vê xwînê bê em ê hemû di 16'ê Nîsanê de bibêjin 'Na'."
‘DIVÊ HER KES XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVE'
Kumri Emre, diyar kir ku bi qasî bikaranîna deng xwedîderketn ali sindoqan jî girîng e. Emre balê kişand ser rewşa li girtîgehan û wiha domand: "Em dixwazin dawî li vê zilm û xwînê bê. Tevî pêşengên me hemû hezkiriyên me di girtîgehan de ne. Li girtîgehan bi hezaran mirovên me riziyan. Bila êdî dawî li vê zilmê bê. Em dixwazin aştî çêbibe. Div her kes di 16'ê Nîsanê de xwedî li sindoqan derkeve. Ma dê ev zilm heta kuderê bidome? Ji ber vê 'Na, Na, Na'."
‘EM Ê BI SER KEVIN'
Faris Kaya jî, balê kişand ser qedexe û pevçûnên ku hîn jî li herêmê didomin û wiha got: "Em ê bi ser kevin. Em ê tiştê ku Xwedê emr kiriye bikin. Em ê zilmê qebûl nekin. Divê her kesê dibê misilman im bibêje 'Na'. Em ê dengê xwe ji bo îhale yan jî çend qurîşan nefiroşin. Dê 'Na' derkeve û em ê bi ser kevin." Welatiya bi navê Ayşe Kaya jî got ew ê biçe ser sindoqê û bibêje "Na" û welatiyê bi navê Hikmet Kaya jî anî ziman ku, ji bo "Na"yê bi dehan sedemên wî hene. Kaya wiha domand: "Dema welat têkeve destê kesekî tenê dê edalet jî, huqûq jî, demokrasî jî bi temamî tune bibe. Ji ber vê divê tevî min her kes bibêje 'Na' û ji bo 'Na' derkeve em ê bixebitin. Bi 'Na'yê em azadiya xwe bi dest bixin. Ji bo gelê me û pêşeroja me em ê li her derî bibêjin 'Na'."