NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Rojava Medya Reşo Wasif, di nivîsa xwe ya îro de li ser teqîna li Saînt Petersbourgê û êrîşên li Îdbilê pêk hat rawestiya û diyar kir ku ger ev ne lîstik be faîlên herdu bûyeran dewleta Tirk e.
Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Reşo Wasif, bal kişand ser êrîşa bi çekêm kimyewî ya li Îdbilê û wiha got: "Teqîna li Saint Petersbourga Rûsyayê li metroyê pêk hat û di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn. Li Idlibê jî ber çekên kîmyewî gelek kes jiyana xwe ji dest da û bi dehan mirov jî birîndar bûn. Mebesta min a ji vê backroundê (paşxane) ew e ku ev her du bûyer bi hev ve girêdayî ne."
'FAÎLÊ HER DU BÛYERAN ÊN SEREKE DEWLETA TIRK E'
Reşo Wasif, anî ziman ku Rûsya di şerê Sûriyeyê de alî ye û dixwaze lîstikê (!) li gorî dilê xwe bi pêş bixe û wiha cih da nivîsê: "Idlib piştî çete ji Helebê hatin tehliyekirin bû yek ji navendên sereke yên çeteyan ku bi her awayî li Rûsyayê qîlên xwe tûj dikin. Ango bi hedefgirtina rejîmê di heman demê de Rûsyayê hedef digirin. Lê heke ne lîstik (!) be. Heke ne lîstik be? Faîlê sereke yê her du bûyeran dewleta tirk e. Dibe ku hin rabin bibêjin; malneket hikumeta tirk revî revî dixwaze ji ritika (avzêm) Sûriyeyê xwe xelas bike û bi Rûsyayê re li tifaqên nû digere, tu dibêjî ew kirine. Belê ez dibêjim ya ku zemîn ji van her du bûyeran re afirand dewleta tirk e. Li metroyê kujer yekî kirgiz e ku dîsa kirgizekî li Stenbolê di şeva sersalê de komkujî pêk anî. Ku piştre derket holê ku di vê bûyerê de îhmal li ser îhmalê ya rayedarên tirk hene."
Wasif, da zanîn ku bi kurt û kurmancî Komkujiya Reînayê ji bo tengaviya xwe ya di qada dîplomatîk de derbas bike û bibêje ku ha binêrin ez jî li dijî DAIŞ’ê şer dikim; ev komkujî plan kir û wiha berdewam kir: "Lê helbet bi Reînayê bi tenê bi sînor nîne ev yek. Bi êrîşa xwîna ya li Saint Petersbourgê mirov tê derdixe ku tîmên kirgiz hatine avakirin da ku êrîşên bi vî rengî li çar aliyên dinyayê pêk bînin. Madeyên ku pê çekên kîmyewî yên li Idlibê hatin bikaranîn, bên çêkirin jî siberojê dê derkeve ku di ser çem re ji çeteyan re ji Tirkiyeyê hatiye şandin. Heta ev trafîka qîrêjî çend caran di weşanên Çapemeniya Azad de bi raya giştî re bi şahid û wêneyan hatin parvekirin bê ka çawa ev madeyên ku gaza klorê jî di nav de bi kîjan rêyan ji çeteyan re tê şandin."
'DIXWAZIN PEYAMÊ BIDIN RÛSYA'
Reşo Wasif, da zanîn ku bûyera TIR’ên MÎT’ê ku Cumhuriyetê derxist holê jî hêj di hiş û bîra raya giştî de ye û wiha lê zêde kir. "Îcar Tirkiyeya ku di pêvajoya referandûmê ye çima bi bûyerên wisa metirsiya li ser welatê xwe zêdetir dike. Yek ji ber ku hê jî xezm nekiriye ku hêzên navneteweyî wan ji xaka Sûriyeyê didin derxistin. Di MGK’a dawîn de hat ragihandin ku wan dawî li ‘Mertalê Firatê’ aniye. Ev yek zêde li zora wan çû û dixwazin sergirtî vê peyamê bidin: Ez li Sûriyeyê bim an nebim ne xem e û destê min dirêj e. Dikarim li wir tevliheviyê derxim. Peyama ji bo Rûsyayê jî di vê çarçoveyê de ye."
Wasif herî dawi bal kişand ser civina Astana û wiha got: "Piştî Astanayê hem Rûsya û hem jî Îranê Tirkiye anî ser şert û mercên xwe û Tirkiye li ber hemû dinyayê bi welayeta çeteyan teşhîr kir. Rûsyayê piştre rabû bi Îranê re têkiliyên xwe li ber çavên hemû dinyayê heta li nav çavê Tirkiyeyê nêrî û zêdetir bi pêş xist. Ew peyama em ne troyka ne, da. Ango got tiştekî wekî Rûsya – Îran – Tirkiyeyê tune ye û got ji bo demekê min tu bi kar anî. Tirkiyeyê jî li dijî van manevrayan rabû hucreyên çeteyan li her du bajaran aktîf kirin. Lê dê peyama wan welatan a li dijî Erdogan jî dereng nemîne."