AMED - Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Veli Agbaba ku ji bo hin hevdîtin û lêkolînan hatin Amedê têkildarî amadekariyên Qanûna Bingehîn diyar kir ku ger wekîl bên girtin Qanûna Bingehîn nayê guhertin.
Heyeta CHP’ê ku Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Velî Agbaba û Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu jî heye bi armanca hin ziyaret û lêkolînan hatin Amedê. Heyeta CHP’ê têkildarî ziyaretên 2 rojan li Otela Hilton Garden Înn, civîna çapemeniyê pêk anî. Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Agbaba, ani ziman ku di çarçoveya xebatên Navenda Giştî de hatine Amedê û armanc dikin ku pirsgirêkên heyî bibin meclîsê.
Akbaba, Tahîr Elçî bibîr anî û diyar kir ku di serdema AKP’ê de jî kujerên faîlên wan nediyar berdewam dikin û wiha got: “Polîtîkayên ku Tahir Elçî qetil kir berdewam dikin. Em dixwazin kujer bên darizandin û ev doz bê ronîkirin. Hikûmet ji ber polîetîkayên Sûriye her roj şehîdan dide. Em bi hemû welatan re şer dikin. Niha jî em bi Yekîtiya Ewropa re şer dikin. Ger ku her tişt îro di vê rewşê de be divê AKPk xwe di ber çavan re derbas bike.
GER KU WEKÎL GIRTÎ BIN QANÛN NAYÊN ÇÊKIRIN
Agbaba, da zanîn ku Hevserokên HDP’ê û parlanenter girtî ne û wiha got: “Li Tirkiye 143 rojnameger girtî ne. Parlamenter girtî ne. Akademîsyen girtî ne. Di pêvajoyek wisa de Qanûna Bingehin nayê guhertin.
DÊ ŞAREDARIYA AMEDÊ ZIYARET BIKIN
Agbaba, diyar kir ku dê qeyûm û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî ziyaret bike û wiha got: “Yên bi hilbijartinê hatine divê bi hilbijartinê ji peyvirê bên girtin.
DÊ FAÎLÊ ELÇÎ BÊ DÎTIN
Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgin Tanrıkulu,jî Tahîr Elçî bibîr anî û diyar kir ku ew dê heta dawî doza wî bişopînin û destûr nadin ku Elçî tev li kuştiyên kujer nediyar bibe.