ENQERE - Li taxa Tuzluçayirê ku herî zêde Kurdên elewî lê dijîn, li ser înşaeta ku berê "Projeya mizgeft-cemxane" bû, niha tabelaya "Navenda Jiyana bi Tenduristî ya Penaberan" nivîsandin. Pano pirsa "Gelo dê li taxa Tuzluçayirê penaberan bi cih bikin?" tîne hiş û aqilan.
Li taxa Tuzluçayir a Mamaka Enqereyê heri zêde kurdên elewî lê dijîn. Li vê taxê di sala 2013'an de bingehê "Projeya Mizgeft-Cemxane" ku wekî projeya FETO tê zanin hat avêtin. Piştî inşat hat avakirin niha li ser înşaetê panoya "Navenda Jiyana bi Tenduristî ya Penaberan" nivîsandin. Li ser paneyê Şaredariya Mamakê vê projeyê digire ser xwe. Li ser dewama tabelayê “Dê li vê qadê bi hevkariya Komara Dewleta Guney Kore ji aliyê Hikûmeta Guney Kore ve dê wekî Navenda Jiyana bi Tenduristî bê avakirin" hatiye nivîsandin. Li ser wêneyê avaniya ku li pano hatiye daliqandin jî nivîsa "Navenda Jiyana bi Tenduristî ya Penaberan" hatiye nivîsandin.
Endamê Meclîsa Şaredariya Mamakê yê CHP'î Riza Kaplan, anî ziman ku têkildarî banoya hatiye daliqandin bi Şaredariya Mamakê û rayedarên Wezareta Tenduristiyê re hevdîtin kirine û wiha got: "Min di hevdîtinan de ji rayedaran agahiyek saxlem negirt. Niha kes tam nizane çiye. Me 4 rojan ev mijar lêkolîn kir. Lê me bersîvek û agahiyek zelal negirt. Bi qasî ez fêr bûm dê vir bikin Navenda Ciwanan. Lê li ser banoyê nivîsa "Koçberan" heye.
Kaplan, anî ziman ku gelê Tuzluçayirê ji ber vê avahiyê bi fikar in û wiha got: "Em bi meraq dipên. Kes tiştekî rast nizane. Gelo polîtikayek taybet li ser vê taxê tê meşandin. Gelo peşiya Referandumê berê dibînin û li gorî wê dixwazin projeyan çêkin. Ji xwe balkêş e li wir projeya 'Mizgeft û Cemxaneyê" heye. Gel bertek nîşanî vê porjeyê da. Gelê Tuzluçayirê li vir rageşiyê û aloziyê naxwaze. Fikara gel ewe ku li vir penaberan bi cih bikin. Fikara ku li vê herêmê di bin navê "Navenda Ciwanan de" kesên penaber bi cih bikin heye. Dê ji ku werin û li vir çi bikin ne diyar e. Fikara gelê vir zêde ye. Ger ku guhertinek çêbû jî divê fikara gelê vir bistinin. Zagon jî diyar dini ku divê guhertin li gorî daxwaza gelê herêmê bê kirin. Divê cihê dibistan, nexweşxane, parkan diyar bikin. Hin tişt bi fermanê pêk tên. Şaredar û keya jî dibêjin hûn mafdar in em rabûn em rastî tabela û paneyek bi vî renî hatin. Feraset û rêveberiyek bi vî renî nabe."