Lîstikvanê Amedsporê Deniz Nakî cezakirin

AMED - Lîstikvane Amedsporê Deniz Nakî ji ber parvekirinên medyaya civakî hat cezakirin. Dadgehê Salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Nakî birîn. Nakî anî ziman ku parvekirinên wî ji bo aştî bûn û amadeye ku ji bo aştiyê bedel bide.

Rûniştina doza Lîstikvanê Amedsporê Deniz Nakî ku bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" hatibû vekirin û heta 5 salan cezayê girtîgehê dihat xwestin, li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Doza ku berê dadgeha herêmî biryara beratê da û piştre hat xerakirin li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat ditin. Di rûniştina doza Deniz Nakî de Parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca, Ziya Pir, Endamê Parlamentoya Ewropa Fabio De Ması û Akademisyenên Alman Norman Peace û gelek kesên din amade bûn. Piştî biryara 3'emin Dadgeha Cezayên Giran a Dîlokê ku doz xera kiribû hat xwendin Nakî parastin kir. Nakî parastina xwe ya berê dubare kir. Piştre parêzerê Nakî Soran Haldi Mizrak, parastin kir. Mizrak, anî ziman ku parvekirinên muwekilên wî li ser aştîe û biratiyê ye û xwestiye şer bi dawî bibe. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen jî anî ziman ku muwekîlê wî ji bo xwîn bi dawî bibe peyam nivîsandiye û di çarçoveya azadiya îfadeyê de nivîsandiye.

DADGEHÊ SALEK Û 6 MEH CEZA BIRÎ

Heyeta dadgehê jî piştî parastinê bi îdîaya "Propaganda rêxistinê" kiriye Salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Nakî birî. Biryar daku heta 5 salan sûc neke.

Nakî piştî rûniştinê li dervê dadgehê tevî parêzeran daxuyanî da û anî ziman ku peyamên wî ji bo aştiyê bûn û hewce be dê ji bo aştiyê bedelan bide.