Li Çaglayanê êrîşî çalakiya rûniştinê kirin: Parêzer birîndar bûn

STENBOL - Parêzerên ku li Edliyeya Stenbolê bi slogana "Ji parastinê re azadî" çalakiya rûniştinê lidarxistin bi derbkirinê derxistin derve. Hin parêzer birîndar bûn.

Li Edliye Stenbolê ya Çaglayanê parêzerên ku bi slogana "Ji parastinê re azadî" ji bo parêzerên rojnameya Cumhuriyetê Akin Atalay, Bulent Utku û Mustafa Kemal Gungor çalakiya rûniştinê li dar xistin rastî êrîşa polîsan hatin. Parlamenterên HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu, Garo Paylan, parlamenterê CHP'ê Hîlmî Yarayici jî beşdarî çalakiyê bûn. Parêzeran diyar kirin ku ew ê her rojên pencşemê saet 11.00-13.00'an de çalakiya rûniştinê li dar bixin.


Polîsan parêzer bi derskirinê parêzer derxistin derve. Hin parêzer birîndar bûn. Hin parêzer ji bevilên xwe, hin jî ji eniya xwe birîndar bûn. Parêzaran bi sloganan êrîş şermezar kirin. Parêzer Dîren Yeşîl, Ozge Serdal, Kemal Aytaç, kivanç Kayaoglu, Sevînç Sarikaya, Îsmaîl Anil Başoglu û Hatîce Nur Gok hatin binçavkirin. Parêzerên ku hatin binçavkirin nayê zanîn birine kû derê.

Polîsan avahiya edliyeyê ji sivîlan re girtin.