ÎZMÎR - Xebatkara Ozgur Halkê Rabîa Ozkaya ya ku li Îzmîrê di serdegirtina kovarê de hate binçavkirin û girtin, hat berdan.
Li Îzmîrê polîsan di 5'ê Îlona 2016'an de bi ser kovara Ozgur Halkê de girtin û xebatkara kovarê Rabîa Ozkaya hatibû binçavkirin û girtin. Ozkaya di doza ku li 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê hat dîtin de hat berdan.
Ozkaya di parastina xwe de got ku ew belavkariya kovarê dike û xwest bê berdan. Parêzeran jî di parastinê de diyar kirin ku di lêgerîna hat kirin de rojnameyên li buroyê jî hatine desteserkirin û ev desteserkirin ne li gorî usulê ye, der barê hemû hejmarên kovarê de biryara berhevkirinê tuneye. Parêzeran xwestin Ozkaya bê berdan.
Heyeta dadgehê piştre biryara xwe aşkera kir û dema girtîbûna Ozkaya li ber çavan girt û biryara tehlileyê da. Heyetê der barê Ozkaya de qedexeya derketina derve da û doz taloqî 18'ê tîrmehê kir.