Daxwaza tevlêbûna baroyan a doza Berkin Elvan hat redkirin

STENBOL - Rûniştina doza kuştina Berkin Elvan ê di berxwedana Parka Gezîyê de hat tuştin hat dîtin. Di rûniştinê de daxwaza tevlêbûna dozê ya 11 baroyên herêmê hat redkirin.

Rûniştina doza kuştina Berkîn Elvan ê di berxwedana Parka Gezî de ji aliyê polîsan ve hat kuştin li 17'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dest pê kir. Di rûniştina dozê de dayika Elvan Gulsum Elvan, bavê wî Sami Elvan xwişkên wî Ozge û Gamze Elvan û xizmên wî amade bûn. Li gel malbat û xizmên wî zêdeyî sed parêzer û gelek hiqûqnas amade bûn. Parlamenterên CHP'ê Alî Haydar Hakverdi, Hilmi Yarayici, Alî Şeker, Parlamenterên HDP'ê Filiz Kerestecîoglu, Garo Paylan, Celal Dogan, Huda Kaya, Endamê MYK'ê yê EMEP'ê Levent Tüzel, Endamên Piştevaniya Taksimê, Hevserokên ODP'ê Alper Taş, Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu, malbatên Alî Îsmail Korkmaz, Ahmet Atakan, Hasan Ferit Gedik, Mehmet Ayvalıtaş û Dilek Dogan Ethem Sarisuluk, Îkrar Sarisuluk, Piştevaniya Taksime,
Cîgirê Serokê Koma Meclîsa Parlamantoya Ewropayê Andrej Hunko û gelek parazvanên mafên mirovan amade bûn.

DADGEHÊ DAXWAZA BEŞDARBÛNA BAROYAN RED KIR

Di rûniştina dozê de polîsê kujer ê serbest tê darizandin Fatih Dalgali ji Dadgeha Wanê bi riya SEGBİS'ê beşdarî dozê bû. Rûniştina dozê piştî tesbîta nasnameyan dest pê kir. Di rûniştine de bavê Elvan Sami Elvan, dayika Elvan Gulsum Elvan û xwişkên wî Ozge û Gamze Elvan, diyar kirin ku ew ji bersûv bi glî ne. Piştre Serokê Baroya Enqereyê Prz. Hakan Canduran, Seroke Baroya Edeneyê Prz. Veli Kuçuk, Serokê Baroya Bursayê Prz. Gurkan Altun û Aydin Barosu, Parezrên Baroya Antalya, Manisa, Balikesir, Îzmir, Stenbol, Amed, Wan xwestin beşdarî rûniştinê bibin. Parêzerên bersûc jî red kirin ku parêzer û serokên baroyan beşdarî dozê bibin. Dozger jî xwest daxwaza parêzerên bersûcan bê qebulkirin. Piştî navberek kurd heyeta dadgehê daxwaza dozger û parêzerên polîs li ber çavan girt û daxwaza parêzer û serokên baroyan a tevlêbûna dozê red kir.

Parêzer û serokên Baroyan dê belgeya erkdariyê bistînin û dozê bişopinin.

LI SALONÊ BERTEK ZÊDE BÛN

Prz. Can Atalay, xwest ku polîsê bersûc Dalgali bi riya SEGBİS'ê beşdar nebe û li salonê amade bibe. Serokê Baroya Wanê Murat Timur, diyar kir ku bersûv metre û nîvek nêzî min e û bersçavk û simbêlên wî yên taxme ne. Parêzera polîs Derya Kılıç jî ev yek red kir û anî ziman ku ev tawanbari ye. Li ser vê yekê koma li salonê bertek nîşani prz. Kiliç da û bi gotinên "Yuh" bertekên xwe anîn ziman.

Rûniştina dozê berdewam dike.