Qeymeqam ji bo 'Erê' pereyê gundiyan 'bloke' kir

AGIRÎ- Qaymeqamiyê pereyê piştevaniya çandiniyê ya 17 gundên Dudtaxê bloke kir. Hate îdiakirin ku Qaymeqam Îsa Erat ji bo "Erê" derkeve rêbazekî bi vî rengî bi kar aniye.

Li navçeya Dutaxê ya Agiriyê pereyê piştevaniyê ya çandiniyê ji aliyê qalmeqam ve hate blokekirin. Ligel ku pereyên 17 gundan li bankeyeyê jî coktar nikarin bigirin.

Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar Alî Ozturk ê ji kar hate durxistin diyar kir ku di hilbijartinên borî de jî li van gundan dengên HDP'ê zêde derdikev û ji ber v3e yekê qeymeqak pereyên gundiyan bloke kiriye, ji bo ku ji van gundan dengê "Erê" derkeve qaymeqam Îsa Erat serî li rêbazeke bi vî rengî daye. Ozturk got ku qaymeqam ji gundiyan re gotiye ger ku "Erê" dernekeve dê pere nede gundiyan û qaymeqam vî rêbazê gelek caran bi kar tîne.

Sedema blokeyê ji keyayen re nehatiye ragihandin Midûriyeta Çandiniyê ya Navçeyê bi awayekî devkî agahiya hinceta "lêpirsîna terorê" anî ziman.