BEDLÎS - Nûçegihanên Rojnameya Şûjin Zeynep Turgut û Nişmiye Guler ên ku li navçeya Tetwanê ya Bedlisê nûçe dişopandin hatinbinçavkirin.
Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê nûçegihanên Rojnameya Şûjin Zeynep Turgut û Nişmiye Guler ên ku diçûn nûçe bişopînin hatin binçavkirin. Dema rojnameger Nişmiye û Zeynep li cafê rûniştibûn, polisan nasnameyên xwest û di lêpirsînê re derbas kir û piştre ew binçav kirin. Nahat zanîn ku Nişmiye û Zeynep birine ku derê.