QERS - Xebatên HDP û DBP'ê yên referandumê li qersê tax bi tax kolan bi kolan berdewam dikin. Niha jî ligel endam û rêveberên HDP û DBP'ê xwendekarên zanîngeha Qersê jî tev li xebatan bûn û sedema çima dibêjin "Na" vedibêjin.
Li Qersê endam û rêveberên HDP û DBP'ê li navçe û bajar mal bi mal, tax bi tax, gund bi gund digerin û sedema "Na" vedibêjin. Her çend gelek endam û rêveberên HDP'ê û DBP'ê hatibin girtin jî bi sedan xwendekarên Zanîngeha Qersê û dildar tev li xebatan dibin û digerin. Ji rêveberên herêmî Îsmail Kaya, diyar kir ku ew bi dildarî dixebite û li dijî "Ere" xebaten "Na" dimeşîne. Kaya anî ziman ku derî bi deri digerin û sedema "Na" bi welaiyan re niqaş dikin û vedibêjin.
Xwendekarê Zanîngehê yê Fakulteya Veterinerê Muslum Aslan, jî anî ziman ku parlamenter, endam û rêveberên wan û hevşaredarên wan tev girtî ne û wiha got: "Ji ber ku hemû kesên vê xebatê bimeşînin girtî ne, niha em li şûna wan vî karî dikin. Em dildar vî karî dikin û em naxwazin karê wan û têkoşîna wan li erdê bimîne." Aslan, ani ziman ku li zanîngehê zextên nijadperest zêde ne û ew li dijî hemû êrîş û zextan dîsa li ser piyan in û têdikoşin.
Xwendekarê Zaningehê Mirhat Berk, anî ziman ku li dijî rêveberiya yek kesî û li dijî dagirkerî û metînkeriya heq û kedê ew vê xebatê bi dildari dikin û navçe bi navçe, gund bi gund mal bi mal digerin.