WAN- ÎHD a Wanê bal kişand li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, rewşa girtiyên nexweş û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan. Hevsera girtiyê nexweş Fahrî Işik, Sonduz Işik bi gotina "Nexweşê pençeşêrê çi zirarê dide we" bang li rayedaran kir.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê têkîldarî binpêkirinên mafan, rewşa girtiyên nexweş û greva birçîbûnê ya ji 15'ê Sibatê heta niha li girtigehan berdewam dike daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya komeleyê hat dayîn û hevsera Fahrî Işik ê nexweşê pençeşêrê ye û 7 meh in li Girtîgena Tîpa T a Wanê ye, Sonduz Işik jî beşdar bû. Işik got ku hevserê wê nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne û wiha got: "Nexweşê pençeşêrê çi zirarê dide we?"
'OHAL'Ê BINPÊKIRIN ANÎ'
Serokê ÎHD'ê yê Wanê Murut Melet axivî û diyar kir ku bi pêvajoya Rewşa Awarte (OHAL) ve li girtîgehan binpêkirinên mafan jî zêdetir bûn.
'DIVÊ DAXWAZ BÊN QEBÛLKIRIN'
Melet bal kişan li ser grevên birçîbûnê û diyar kir ku daxwazên girtiyan divê bên qebûlkirin.
Melet destnîşan kir ku li girtîgehan 905 girtiyên nexweş hene û agahiyên pêwîst ji Wezareta Dadê re hatine şandin. Melet bal kişand li ser rewşa girtiyê nexweş Fahrî Oşik û wiha got: "Wek ji wan Fahrî Işik e û hevsera wî li cem me ye. Fahrî Işik pençeşêr e û nikare pêdiviyên xwe yên mirovî bi cih bîne."