Waliyê Kerkukê Kerîm: Ala me dê li Kerkukê bilind bimîne

KERKUK - Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm tekildarî biryara Parlamentoya Iraqê ku bilindkirina ala Herêma Kurdistanê wekî ne li gorî destûrê diyar kiribû got: “Ala me wê bilind bimîne.”

Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, têkildarî biryara Parlamentoya Iraqê ya "Divê ala Herêma Kurdistanê ji ber sazî û dezgahên fermî yên bajar bên daxistin" daxuyanî da. Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, di daxuyaniyê de got: “Parlamenterên Kurd helwesta xwe li himberê ew karê ne destûrî ku di parlamentoya Iraqê de hatî pêkanîn de hebû. Ez piştrast dikim ku wê ala me her bilind bimîne. Em biryara parlamentoya Iraqê napejirînin. Me ji wan re gotiye ku mafê parlamentoyê nîne ku biryara meclisa bajarê Kerkûkê ji bo daxistina ala Herêma Kurdistanê retbike, destûra Iraqê ji piştgiriya me dike.”