ŞENGAL - Endamê Tevgera Azadî Xalid Tatanî tekildarî parastina Şengalê axivî û diyar kir ku çavê hemû dijminên kurdan li ser şengalê ye û divê ew bi xwe parastina xwe bikin. Nûnerên saziyan anîn ziman ku hêzên Tirkiye bi hevkariya PDK'ê dixwaze li Şengalê aloziyek mezintir pêk bîne.
Di 2014’ê de hêzên PDK’ê bêyî ku parastinê li Şengalê bikin warê Êzidiyan ji komên DAIŞ’ê re berdan. Piştre DAÎŞ'ê komkujiyên mezin li ser Êzidiyan pêkanîn, bi hezaran jin û zarok esîr ketin destê DAÎŞ'ê. Piştî van êrîşan li Şengalê Hêzên YBŞ û YJŞ hatin avakirin û karin carekê din Şengalê rizgar bikin. Lê niha dîsa hêzên Tirkiye bi alîkariya PDK’ê dixwaze li Şengalê aloziyek mezintir pêkbîne.
Endamê Tevgera Azadî yê herêma Şarezûr Xalid Tatanî û Endema Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê-RJAK’ê Tanya Pêncwîn ji nûçegîhanê ROJnewsê Cîhat Hewramî re axivîn.
Endamê Tevgera Azadî yê herêma Şarezûr Xalid Tatanî, diyar kir ku Şengal û xelkê Şengalê ji bo şoreşa azadiya Kurdistanê sembola lehengiyê ye ku ev 73 fermane li ser wan de pêkhatiye û teslîmbûn qebûl nekirine. Kariye xwedî li olê xwe û netewa xwe derbikeve, her wiha bi parêze. Ev fermanên dawiyê li dijî gelê Êzidî pêk hatîn jî ji bo tolhildana ji vî gelê leheng ê ku serê xwe li hemberî dijmin netewandî ye.”
Xalid Tatanî got: “Dijminên gelê me dixwazin carekê din fermanê li ser Şengaliyan de bênin. Vê jî dixwazin dibin maskeya çekdarên PDK’ê de pêk bînin. Dixwazin komkujiya ku negihay armanca xwe, ser bixin. Lê belê bi saya fedayên Kurdistanê hêzên YBŞ û YJŞ’ê ev komplo û êrîşên di xwastin pêkbînin hatin şikandin. Di xwastin îradeya Şengalê bişkênin lê nekarin bişkênin.”
Endema Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê-RJAK’ê Tanya Pêncwîn ji got: “Niha Şengal bûye cihek wisan ku çavê hemû dijminên Kurdan li sere. Ji ber Şengalî dixwazin piştî wan hemû rojên reş û komkujiyên ku bi ser wan de pêkhatî de dixwazin bi xwe xwe rêvebibin û li benda hêzek wekî PDK’ê nemînin. Ji ber hêzên pêşmergeyên PDK’ê Şengal ji dijminên Kurdan re hişt û bi hezaran jin û zarokên Êzidî wekî esîr ketin destê çeteyên DAIŞ’ê. Ji bo vê pêngava xwe rêveberiyê û parastina xwe pêkanîne û çareserî ji bo xwe pêkanîne.”
Tanya Pêncwîn got: “Di sala 2014’an de dema çeteyên DAIŞ êrîş kirin li ser Şengalê de, ji ber dest berdana hêzên PDK’ê Şengal kete destê çeteyan de. Gelê Şengalê bi komkujiyeke mezin re rast hat û sivil bûn qurbaniyê van komkujiyan. Bi hezaran jin û zarok wekî esîr ketin destê çeteyan û heya niha ji çarenûsa wan ne diyare. Bi vê armancê hêzên YBŞ û YJŞ’ê careke din herêma xwe ji destê çeteyan rizgar kirin û dûbare li dijî dijminê gelê me û li dijî çeteyên PDK’ê rawestan û xaka xwe parastin. Dijminê Kurdan dixwazin bi destê PDK’ê careke din êrîşê Şengalê bikin û qetliamek din li ser gelê Êzidî pêk bînin. Dixwazin şerê Kurd bi Kurd kuştinê bide pêkanîn, ev yek ji aliyê gelê Êzidî ve tê red kirin.”