Ji partiyên Kurdistanî ji Erdogan û MHP'ê re: Li hemberî gelê Başûr rêzdar bin

AMED - Partiyên Kurdistanî li dijî gef û gotinên MHP’ê û serokomar Erdogan ên li hember ala Herêma Federal a Kurdistanê nîşan dabûn nerazîbûn nîşan dan û bang li Tirkiyê kirin ku ji gelê Başûr re rêz bigirin.

Partiyên li Amedê yên wekî Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK), Partiya Azadiya Kurdistan (PAK), Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) - Bakur û Tevgera Azadî bi boneya ala Herêma Federal a Kurdistanê ya ku li Kerkûkê hat daliqandin û piştre gefên li hember alê hatin destpêkirin bi civînek çapemeniyê şermezar kirin. Civîn li avahiya PSK’a Amedê hat li darxistin û di gelek nûner û rêveberên van saziyan amade bûn. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat xwendin.

Daxuyaniya bi kurdî Alîkarê Serokê Giştî yê PAK’ê Nurî Sinir xwend. Sinir diyar kir ku ew li ba gelê Başûr cih digirin û got ku got ku hikûmeta navendî ya Iraqê li gorî qanûnên esasî ya welat tevnagere û asengiya derdixe pêşiya aboriya herema Kurdistanê. Sinir destnîşan kir ku ew helwesta partiyên wek MHP’ê û gotinên nijadperest, kemalîst û netewîstên Tirkiyê ya li dijî ala Kurdistanê şermezar dikin û wiha got: “Li dijî van gotin û êrîşan em li kêleka herema Kurdistanê cih digirin. Em bangî serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, hikûmeta Cumhuriyeta Tirkiyê dikin k udi warê Kerkûk, ala Kurdistanê û referanduma serxwebûna de xwe ji helwesta nijadperestan dûr bixin.”

Sinir di dawiya axaftina xwe de bang li Neteweyên Yekbûyî, DYA, welatên rojava, sazî û dezgeyên navnetewî, raya giştî ya ku dixwazin aştî, aramî û ewleyî li Rojhilata Navîn cih bigire rêzê ji gelê Başûr re bigirin û got ku daxwaz dikin ku îradeya Başûr re nîşan bidin.

Piştî daxuyaniya tirkî civîn bi dawî bû.