Li Na'yê 2 hezar û 497 cezayê pereyan birîn

ANTALYA - Li 11 kesên ku li Antalyayê xebatên referandumê ya "Na" dimeşînin bi sucdariya "Qebehetê 2 hezar û 497 tl cezayê pereyan birîn.

Li Antalyayê rojên borî 15 kesên ji bo xebatên Referandumê hatibûn binçavkirin hatin girtin. Piştî 15 kes hatin girtin, Midûriyeta polisan jî li 11 kesan bi sedema ku di xebatên referandumê ya "Na" dimeşîne pereyên ceza birîn. 11 endamên Tevgera HEzîrana Yekbûyî (HAZİRAN) ku ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin bi hinceta li dijî zagona "Qebehetê" derketine cezayê pereyan birî. Midûriyeta Polîsan li 11 kesan ji bo her kesekî 227 tl cezayêpereyan birîn. Endamê Lijneya Navendî ya Tevgera HAZİRAN'ê Zeynel Abidin Ergen, diyar kir ku li gel biryara Walî û Koordînasyona Bajar a OHAL'ê jî dîsa bi awayekî neheq li hevalên wan pere hatiye birîn. Ergen, anî ziman ku her çend ceza bidin jî dê heta dawî têkoşîn u xebatên xwe berdewam bikin.