RIHA - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a roja borî li Amareyê hatibû binçavkirin bi şerta kontrola edlî hat berdan.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a roja borî li gundê Amara ya Xelfetiyê ya Rihayê piştî pîrozbahiya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji gund dema ku vediqetiya hate binçavkirin anîn Dozgeriya Rihayê.
Guven a ji ber ku beşdarî bernameya 4'ê Nîsanê bû bi îdiaya "propagandaya rêxistinê dike" hate binçavkirin piştî îfadeyê bi şerta kontrola edlî bê berdan sewqî dadgehê hat kirin.
Dadgehê jî bi şerta kontrola edlî Guven berdan.