Bersûcê doza Dînk: Min hewce nedît agahiya kuştinê bidim

STENBOL - Cîgirê Midûrê Şaxa C ya îstixbaratê Tamer Bulent Demîrel ku wekî bersûcê kuştina Rojnameger Hrand Dîng tê darizandin diyar kir ku wî pêdivî nedît ku agahiyê bide Serokê Daîreye Îstîxbaratê Sabrî Uzun ku dê Hrand Dîng bê kuştin.


Rûniştina doza Rojnameger û Gerînendeyê Rojnameya Agosê Hrant Dink li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çaglayanê berdewam kir. Di rûniştina dozê de bersûcên girtî Ogun Samast, Ali Poyraz, Tamer Bulent Demîrel û Osman Gulben amade bûn. Bersuc Yilmaz Akyurek jî bi riya SEGBİS’ê amade bû. Ji bersûcên girtî Ali Fuat Yilmazer beşdarî rûniştinê nebû. Bersûc Samast vê carê diyar kir ku parastinê nake. Di rûniştinê de ewil Cîgirê Midûrê Şaxa C a Polîsan Tamer Bulent Demirel parastinkir.

Demirel, anî ziman ku peyvira wî ew bû ku agahiyên ji Stenbolê hatin bişopandina û wiha got: “Wê demê ger kum in wekalet ji midûrê şaxê re kiribûya min karê xwe pêk anîbû. Demîrel, anî ziman ku mijar
Trabzon û Stenbol eleqeder dike û wiha got: “Min û Midûrê şaxa C Yasin Hayal xebat meşand. Di îletiya ragihandinên bi şik de navê wî hebû. Hrant nexistibû nava vê lîsteyê. Ger ku navê wî xistibûna nava lîsteya bûne hedef dê hindik pirsgirêk derketina. Ev ne lîsta parastinê bû. Min nîşe nivîsî û wekî din tev li karê din nebûm. Gotina Çalakiya deng derxe” di nava xwe de gelek gefan diparêze. Çalakiya kuştinê jî deng tîne. Birindarkirin bombekirin tev dinav de ye. Di nivîsa esil de hat gotni ku dê bê kuştin” Dadger pirsa “Ji xwe Dîng di bin gefan de bû, ma ne pêwist bû hûn hişyar bûna?” pirsî. Demirel, jî got: “Min nota xwe nivîsand û wekî din tev lê nebûm. Ev ne peyvira min bû.” Ji ber ku her dem pirsên grover dan, dadger got tu bersîvê zelal nade.
Demirel, jî anî ziman ku wî tenê wekaleta Midûrê Şaxa C Ali Fuat Yılmazer kiriye û wekî din tev li karê din nebûye û wiha got: “Min pêdivî nedît ku ez ve agahiyê ku dê Hrand Dîng bê kuştin bi Serokê Daîreya Îstixbarata we demê Sabri Uzun re parve bikim.”

Parezerê Hrand Dîng Hakan Bakircıoglu jî pirs ji Demirel pirsîn. Bakircıoglu, anî ziman ku Yasin Hayal digot ‘Ger carek din çalakî pêk bînim ez dê li Stenbolê pêk binim’ Li dijî Ermeniyan kînek wî hebû. Me pêdivî nedît ku hûn tedbîr bistînin?” Demirel got “Yasîn her dem li ber çavan bû, lê nayê bîra min.” Li hember pirsa “We pedivî nedît ku hûn agahî bidin Wezîrê Karên Hundir, TEM’ê, Midûriyeta Giştî ya Polîsan? Demirel, got: “Na”.