Serfermandarê Artêşa DYA: Di nava şirîkên me de herî baş QSD ye

NAVENDA NÛÇEYAN - Serfermandarê Artêşê yê DYA'yê Serbaz John Wayne Troxell, piştnî li Rojava ziyaret pêk anîn çavdêriyên xwe parve kir û diyar kir ku di nava şirikên wan ên li Rojava de herî baş QSD ye.

Serfermandarê Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîqa (DYA) John Wayne Troxell, leşkerên amîrên Joseph Dunford ên Iraq û Sûriye yên Emerîkî û Quwetên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ziyaret kir. Troxell, piştî ziyaretê çavdêriyên xwe yên li herêmê di malpera fermî ya înternetê ya Wezareta Paratina DYA'yê de parvekir. Troxell, diyar kir ku heri zêde ji QSD'ê bawer bû û ji herêmê qetiya.

Serbaz Troxell ku Kobanê ziyaret kir, diyar kir ku hemû kesên li wir baweriya xwe ji QSD'ê tînin û wiha got: "Li wir hêzek hevpar ava kirine. Artêşa DYA'yê li Sûriye piştgiriya perwerdehî û leşkerî dide QSD'ê. Ez ji QSD'ê bi awayekî pir bi bawer û ewle ji herêmê vegeriyam. Ez li Irakê li bajarê Hamam al-Alil bi leşkerên Emerîkî û rayedarên Iraqê re hatim cem hev. Li Kobanê beşdarî peywira dewriyê bûm. Min QSD di nava tevgerê de dît. Hemû kesen li herêmê baweriya xwe bi QSD'ê tîne. Li wir hêzek hevpar a ewlehiyê avakirine. Artêşa DYA li Sûriyê piştgiriyê dide QSD'ê. Ez bi awayekî herî xurt bi QSD'ê bawer bûm û ji herêmê qetiyam.

QSD HÊZEK LEŞKERÎ YA BI RÊXİSTIN E

Serşêwirmendê Durnford Serbaz Troxell, anî ziman ku QSD hêz û artêşek ku xwe bi rêxistin dike û bi rêxistinî pêşve diçe. "Her çend dibistan û rutbeya wan a fermî tune be jî, lê rêber û pêşengê her yekîneyê hneye. Leşkerên QSD'ê di temên 20 salî de ne. Fermandarê wan ji leşkerên bi tecrûbe û temenmezin pêk tê. Heta niha di nava şirîkê me yê herî baş de QSD ye. Troxell destnîşan kir ku Artêşa DYA dê baweriya xwe berdewam bike û piştgiriya QSD'ê bidomîne û QSD dê bi bandortir bibe.