AMED - Doza têkîldarî qetilkirina 11 girtiyên li Girtîgeha Amedê ya di 1996'an a 21 sal in didome careke din hat taloqkirin.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di 24'ê Îlonê 1996'an de di êrîşa li dijî girtiyan de 11 girtiyên PKK'ê hatibûn qetilkirin û 24 girtî jî birîndar bûbûn. Doza têkîldarî "Qatlîama Girtîgeha Amedê" li 3'yemîn Dadgeha Cezeya Giran a Amedê hat dîtin. Doza ku berê 2 caran biryara hatibû aşkerakirin ji bir kêmasiyên usul û esasê ji Dadgeha Bilind vegeriya bû. Di doza ku 89 sersûc tên darizandin de piştî ku sedema xirakirina dozê ya dadgeha Bilind hat xwendin parastina bersûcan hat girtin. Hin bersûc û parêzerên mexdûran beşdarî dozê bûn û hin bersûcan jî bi SEGBÎS'ê ve îfade dan. Ji bo bersûcên ku parêzerên wan tuneye jî ji aliyê Baroya Amedê ve parêzer hat tayînkirin.
Dozê tevahiya rojê berdewam kir. Bersûcên ku bi riya SEGBÎS'ê îfade dan îfadeyên xwe yên berê dubare kirin û îdia kirin ku ew bêsûc in, xwestin bên berdan. Piştre parêzeran xwestin kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin. Heyeta dadgehê biryara xwe ya navberê aşkera kir ji bo îfadeyên bersûcan bê tamamkirin di danişîna bê de amade bibin bangawazî kir. Doz ji bo kêmasiyên di dosyayê de bê temakirin taloqî meha hezîranê hat kirin.