Li Dersimê 10 kes hatin girtin

DERSIM- Li navçeya Pulurê ya Dersimê di serdegirtina mal û gundan de, 10 kes hatin girtin. Di 3 rojan de li Dersimê hejmara kesên hatin girtin gihaşt 22'yan.

Li Pulura Dersimê, di serdegirtina mal û gundan de gelek ke shatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin keya jî di nav de 10 kes jê bi hinceta "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Ji 10 kesên ku hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Xarpêtê navê hinekan jê ev in: Ali Oz, Hasan Sal, İhsan Oz, Cafer İlik, Hasret İlik, Erdal ilik û keyayê gundê Tilekê Huseyin Tutum.

Li Dersimê, tevî girtinên îro di 3 rojan de bi giştî 22 kes hatin girtin.

Her wiha 63 kesên ku 2 roja berê li 11 bajaran hatin binçavkirin û ew anîn Dersimê, hîn jî li Muduriyeta Polîsan a Bajêr tên ragirtin. Hat zanîn ku, dê roja duşemê kesên hatine binçavkirin sewqî edliyê bên kirin.