MÊRDÎN - Li gundê Şûtê yê Stewra Mêrdînê qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Li gundê Şûtê yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê, ji aliyê walîtiyê ve qedexeya derketina derve hat îlankirin. Walîtiya Mêrdînê di malpera xwe ya fermî de ragihand ku, dê qedexe heta daxuyaniya duyemîn bidome.