DYA fuze avêt Sûriyê

NAVENDA NÛÇEYAN - DYA'yê piştî li dijî Îdlibê bi çekên kîmyewî êrîş pêk hat, bi fizeyê li Sûriyê da. Pentagon, diyar kir ku fuzeya 59 Tomahawk firandine barageha rejîma Sûriyeyê. Trump, jî diyar kir ku fermana lêdanê daye. Hat zanîn ku piştî fuze avêtin Sûriyê kuştî hene. Rusya jî hişyar kir ku dibe encamên neyînî derkevin.

Dewletên Yekbûyî yên Amarîka, (DYA), piştî li dijî Îdlibe di 5'ê Nîsanê de êrîşa çekêm kimyewî pêk hat û gelek zarok hatin kuştin fuze avêt barageha rejîma Sûriyê. Wezareta Parastina DYA'yê (Pentagon), diyar kir ku bi fuzeya 59 Tomahawk li barageha rejîma Sûriyeyê dane. DYA piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê yekem car fuze avêt qada rejîma Beşar Esad. Serokdewletê DYA'yê Donald Trump têkildarî êrîşê diyar kir ku fermana êrîşê daye ku li barafeha balafirên ku çekêm kîmyewî bikar anîne bide.

WALIYÊ HUMUS'Ê: ÊRÎŞ LI FÊDA DAÎŞÊ YE

Waliyê Humusê jî anî ziman ku êrişa li dijî barageha balafirên şer kêrî karê DAÎŞ'ê tê. Televîzyonek Dewleta Sûriyeyê jî diyar kir ku di êrîşê de mirov jî hatine kuştin.

RÛSYA DYA HIŞYAR KIR

Cîgirê Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Rûsyayê Vladimir Safronkov, daxuyanî da rojnamegeran û anî ziman ku enc0amên neyînî yên vê mudaxaleya leşkerî dê kesên ev hewldana bi şik û trajîk dane destpêkirin berpirsiyar bin.

Rêvebiriya Erebîstana Siûdî jî ji bo êrişa hewayî ya Amerîka li dijî baregeha Sûriyeyê peyameke piştgiriyê belav kir.

NETANYAHU JI BO AMERÎKAYÊ PEYAMA PIŞTGIRIYÊ DA

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî, ji bo êrişa baregeha hewayî ya Sûriyeyê piştgirî da Serokê Amerîkayê Donald Trump. Netanyahu di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: "Serok Trump ji bo bikarneanîna çekên kîmyewî hem bi devkî û hem jî bi alakiya xwe peyameke zelal da. Îsraîl hetanî dawî piştgiriya vê biryara Trump dike. Em hêvî dikin ev peyam Trump ji xeyrî Şamê li Tehran û li Pyongyangê (Paytextê Koreya Bakur) jî deng vede."