EDENE - Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê, girtiyê bi navê Deniz Ozdemir ê ku li hucreyeke yekesî tê ragirtin û bi daxwaza ji hucreyê bê derxistin 30 roj in di greva birçîbûnê de ye. Ozdemir, ragihand ku heta daxwazên wî pêk bên dê li ber xwe bide.
Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê, girtiyê bi navê Deniz Ozdemir ji 9'ê Adarê heta niha di greva birçîbûnê de ye. Ozdemir ê saleke di hucreyeke yekesî de tê ragirtin, ji ber aktîvîteyên civakî ji bo wî hatine qedexekirin, pirtûkên malbata wî jê re dişîne tên desteserkirin, berber ji bo wî nayê şandin û ji bo ji hucreya yekesî bê derxistin dest bi greva birçîbûnê kiriye. Ozdemir, parve kir ku heta daxwazên wî bi cih neyên ew ê çalakiya xwe bidomîne.
'BILA DAXWAZÊN WÎ BI CIH BÊN'
Bavê Ozdemir, Naci Ozdemir ê li girtîgehê bi kurê xwe re hevdîtin çêkir bi bîr xist ku, kurê wî di 29'ê Gulana 2016'an de li Pasûra Amedê hatiye binçavkirin paşê hatiye girtin û ji wê rojê heta niha di hucreyeke yekesî de tê ragirtin. Ozdemir, anî ziman ku, pirgirêkên tenduristiyê yê kurên wî hene û got, bi tu awayî mafên kurê wî nayên dayîn. Ozdemir wiha domand: "Me ji bo maf û daxwazên wî daxwazname ji îdareya girtîgehê û Wezareta Dadê re nivîsandin. Lê bi tu awayî bersiv nehatin dayîn. Niha kurê min di greva birçîbûnê de ye û rewşa wî nebaş e. Niha bi qasî 8 kîloyan zihîf bûye. Em dixwazin daxwazên wî bi cih bên. Der barê jiyana wî de gumanên me hene."