Ji bo Serokwezîr pîsteke 400 milyarî, lê ji bo erhejzedeyan konteynir!

ÇANAKKALE - Li Ayvacika ku tim bi erhejan di rojevê de ye, ev du meh e erhejzede di konteyniran de li ber xwe didin. Her wiha keyayê Çamkoyê Mustafa Sinop jî îdia kir ku, ji bo Serokwezîr Binali Yildirim û rayedarên ku ji bo serdana gund a saetekê pîsteke bi 400 milyarî hatiye çêkirin û wiha got: "Lê jiyana di konteyniran de zehmet e."

Di demên dawî de li navçeya Ayvacikê ya Çanakkaleyê li ser hevdu erhej çêdibin û herî dawî di 6'ê Sibatê de bi şideta 5.5'an erhejek çêbû û hîn jî navçe dem bi dem diheje. Di erhejê de li Yukarikoyê nêzî 50 malan xesar dîtin, gelek heywan telef bûn û 4 kes birîndar bûbûn û her wiha di erhejê de herî zêde Çamkoy xesar dîtibû. Di nava du rojan de li Ayvacikê bi qasî 270 peyhate çêbûn û bi vê re bi giştî 238 avahî texrîb bûn û 8 kes jî birîndar bûn.

Niştecihên gundên girêdayî navçeyê, ji ber malên wan hatine rûxandin an jî texrîb bûne, ev du meh in li herêma Çadirkenta Çamkoyê di konteyniran de li ber xwe didin.

YORUK

Herî zêde erhejê tesîr li gundê Yukarikoyê kir, ku ev gund gundê yorukan e. Yorukên ku zivistanan li gund û havînan jî li zozana ne, ev cara ewil e ku di konteyniran de dijîn û qet hînî vê jiyanê nebûne.

Lê li gel vê Serokwezîr Binali Yildirim soz dabû ku ew ê di 9'ê Nîsanê de hîmê avahiyên ku di erhejê de xerabûne û texrîbnûne bavên. Niha tê meraqkirin ku gelê dê sozê xwe bi cih bînin yan na.

‘JI BER ERDHEJÊ DERÛNIYA ME XERAB BÛ'

Li gundê Çamkoyê Muzeyyen Gurlek (57), diyar kir ku ew ji tirsa nikarin têkevin malên xwe û got, ji ber li ser hevdu erdhej çêdibin derûniya her kesî tarûmar bûye. Gurlek, dest nîşan kir ku ji ber hewa germ bûye êdî ew nikarin di konteyniran de îdare bikin û wiha got: "Mala me tune ye. Zaf germ e, lê em mecbûr in di konteyniran de bijîn. Gotin, dê malan xera bikin û ji nû ve çêbikin. Serokwezîr got, 'hûn ê piştî sersalê derbasî malên xwe bibin.' Lê nizanim dê kengî bên çêkirin."

‘KONTEYNIR BÊHEWA NE Û BIRITÛBET IN'

Şerife Huner (50) a ji ber mala wan texrîb bûye û ev du meh e di konteyniran de dijîn jî, diyar kir ku konteynir bêhewa ne û biritûbet in. Huner, anî ziman ku zarokên wê zaf tirsiyan e û got, lê ew naxwazin gundê xwe biterikînin. Huner wiha domand: "Gotin em ê malên we çêbikin. Heke neyên çêkirin, helbet em ê biçin. Lê ji bo çûyînê jî pêdivî bi pereyan heye. Yên ku pereyên wan tune bin dê nikaribin biçin. Dê temenê me di vana de derbas bibe."

DU MALBAT DI KONTEYNIREKÊ DE DIJÎN

Ji ber konteynir têrê nekirine, ji neçarî du malbat du konteynirekê de dijîn. Saime Soykun diyar kir ku, ew du malbat di konteynirekê de dijîn û got, ji tirsa ew nikarin têkevin malên xwe. Soykun, anî ziman ku ew bi sewalvaniyê debara xwe dikin û got, hevjînê wê yê karê înşeatê dikir, ji ber erdhejê nikare biçe kar.

‘XWEZÎ MALA MIN XERA BIBÛNA, LÊ ÇÊLEKA MIN NEMIRINA'

Fatma Durmaz (67) a di konteynirê de dijî jî, di erhejê de çêlekeke wê telef bûye. Durmaz, anî ziman ku çêleka wê li ber dilê wê zaf girîng bû û wiha axivî: "Di warê aborî de bandoreke neyînî li min kir. Çêlekeke min hebû, ew jî mir. Xwezî mala min xerab bibûna, lê çêleka min nemirana. Min zaf jê hez dikir, pir li ber ketim."

JI BO SERDANEKE SAETEKÊ PÎTEKE BLAFIRÊ YA BI 400 MILYARÎ HAT ÇÊKIRIN

Keyayê gundê Çamkoyê Mustafa Sinop jî, têkildarî hejmara avahiyên ku di erhejê de rûxiyane û texrîb bûne agahî dan. Sinop, îdiakir ku piştî erhejê ji bo rayedarên ku dê saetekê serdana gund bikin û balafira wan dakeve pîsteke 400 milyarî hatiye çêkirin. Sinop, derpêş kir ku Serokwezîr Binali Yildirim û rayedarên li gel wî gotine "Em ê di demeke herî nêz de malên we çêbikin" û got, ji bo bertekên gundiyan di çapemeniyê de neyên dîtin hevdîtin bêyî çapemeniyê hatiye çêkirin. Sinop, diyar kir ku heke sozê xwe bi cih neyînin dê gundî bertekê nîşan bidin û wiha axivî: "Jiyana di konteyniran de zehmet e. Tu der wek mala mirov nabe. Lê em dîsa jî îdare dikin."

‘EM NAXWAZIN DI KONTEYNIRAN DE BIJÎN'

Ji niştecihên gundê Yukarikoyê Neslihan Çolak (40) wiha axivî: "Çend rojan ava me hebû, lê îro tune ye. Malên me bên çêkirin an jî neyên çêkirin em dixwazin ji vir biçin. Em li vir çêbûne û mezin bûne. Em nikarin biçin li Enqere û Stenbolan bijîn. Em ji kal û pîrên xwe ve li vir in. Bila malên me çêbikin. Em naxwazin di konteyniran de bimînin."

‘ZAROKÊN ME HEMÛ NEXWEŞ IN'

Cahide Çariksiz (58) jî wiha axivî: "Ji roja ku erhej çêbûye heta niha em di konteyniran de ne, ev bû du meh. Zarok nexweş ketine. Em nikarin biçin bijîşk; nexweşîn derbas dibe, lê dîsa nexweş dikevin. Ji ber bêhewatiyê ye çî ye, ez jî nizanim. Me li malê sobe vêdixist. Lê ya li vir sobeya ceryanê ye... Bila malên me çêbikin, ma em ê liv ir bijîn? Heke malên me bên çêkirin em ê aniha derên, lê nizanim dê kengî bên çêkirin."

Necla Demir / Ugur Atabay - dîhaber