ŞIRNEX - Dayika Cemileya 13 salî ya dema li ber deriyê mala xwe dilîst û hat kuştin û pişt re bi rojan cenazeyê wê di sarincê de hat veşartin, Emine Çagirga da zanîn ku her ku ew sarincê vedike zaroka wê tê bîra wê. Dayik Cemîle got, divê her kes ji bo zarokên di sarincê de hatin veşartin û kesên di jêrzemînan de hatin qetilkirin bibêje "Na".
Di 13'ê Îlona 2015'an di dema qedexeya derketina kolan de zaroka bi navê Cemîle Çagirga a 13 salî, dema li ber deriya mala dilîst bi guleya polîsan hat kuştin û bi rojan cenazeyê wê di sarincê de hat veşartin. Dayika Cemîle, Emine Çagirga ya ku rojekê tevî cenazeyê keça xwe di nav heman nivînê de derbas kir, wextê sarincê vedike zaroka wê tê bîra wê û nikare wan rojan ji bîr bike. Dayika Cagirga wiha got: "Wexta birîndar bû, min ew bir malê. Navê wê Cizîr bû. Du caran bangî wê kir, lê belê bersiv neda. Cara sêyemîn jî bersiva 'Ax dayê' da. Ew 'Ax'a wê dê tu carî ji bîra min neçe."
'BILA BAŞ ZANIBIN KU EM SERÎ NATEWÎNIN'
Dayik Cemîle kuştina zaroka xwe bi bîr xist û wiha domand: "Ji bo ku bêhn nekeve cenazeyê Cemîlayê, min cenazeyê wê 4 roja di sarincê de hişt. Piştî bidawîbûna qedexeyê Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu daxuyanî da û got kesên li Cizîrê hatî kuştin terorîst in. Em jî dibêjin ku zarokên 13 salî zarokên 30 rojî ne terorîst bûn. Terorîstê herî mezin ew bi xwe ne. Piştî taziyeya me bi dawî bû jî êrîş kirin û malên me hilweşandin û mirov kuştin. Kesên hatin kuştin hemû sivîl bûn. Lê em her serbilind in. Bila baş bizanibin ku em tu carî serî natewînin."
DAYIK CEMÎLE: JI DIKTATORIYÊ RE BIBÊJIN 'NA'
Dayik Cemîle balê kişand ser referandûma ku nêzîk dibe jî û ji bo hesabpirsînê ev bang li welatiyan kir: "Bila baş bizanibe ku ew çi bike bila bike, em ji a xwe danakevin. Heya nalîna keça min di guhê min de be û her cara ku ez diçim deriyê sarincê vedikim heta Cemîlayê bê bîra min ez ê bibêjim 'Na, Na, ji dîkdatoriyê re Na'. Piştî ewqas zilm û zordariya Erdogan divê ereb, faris, soran, kurd, tirk, ermenî, asûrî û hemû gelên din xwe bikin yek û li dijî yekzilamiyê bêjin 'Na'."
DAYIKA CEMÎLE BANG LI DAYIKÊN POLÎS Û LEŞKERAN KIR
Dayik Cemîle bang li dayikên polîs û leşkeran jî kir û wiha berdewam kir: "Li Kurdistanê hêsirên dayikan bûne xwîn. Bes e, bila êdî xwîn di wan kolanan de neherike. Dayikên polîs û leşkeran jî bila di hilbijatinê de bêjin 'Na'. Ji ber ku di her kuştinê de dilê dayikan dişewite. Her kesî wehşetên li bajarên kurdan hatin kirin dît. Kes bila xwe bêdeng neke û li hemberî zilm û zextên dewletê bêje 'Na'."
Zozan Fendik/Dicle Muftuoglu - dîhaber