Ji Girtîgeha Baybûrtê bang kirin: Dengê me bibihîzin

AMED - Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Baybûrtê, bi riya telefonê ragihandin ku, li girtîgehê pêkûtiyên dermirovahiyî hene, ew nebaş in û xwestin dengên wan bê bihîstin.

Li gelek girtîgehan li dijî binpêkirinên mafan grevên birçîbûnê yên htain destpêkirin didomin, li gel vê li gelk girtîgehan jî nêzîkatiyên dermiravhiyî hene. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê ye. Girtiyên jinên ên li vê girtîgehê tên ragirtin, duh bi riya telefonê bi malbatên xwe re hevdîtin çêkirin. Girtiyên siyasî yên jin, ragihandin ku ew qet nebaş in û xwestin dengên wan bê bihîstin.

‘PÊKÛTIYÊN DERMIROVAHÎ HENE'

Girtiyan ji bi riya malbatn xwe ev tişt ragihandin: "Dengê me ragihînin çapemeniyê. Gardiyan li noqteyên jorê çavdêriya pencereyên me dikin. Her sibeh bi awayekî rûtin 40-50 gardiyan bi ser qawîşên me de digirin û ji serî heta binî kontrol dikin. Gardiyan ji paceyên qawîşan materyalên camî yên ku xesarê didin mirovan davêjin. Em bi pêkûtiyên dermirovî re rû bi rû ne."

Li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê nêzî 30 jinên siyasî tên ragirtin.