'Ji bo careke din komkujî çênebin 'Na''

ENQERE- Welatiyên ku di bûyerên civakî û komkujiyên li Tirkiyeyê pêk hatin bi birîndarî filitîn, anîn ziman ku ji bo mirin çênebin ew ê di referandûmê de bibêjin "Na" û bang li her kesî kirin, da biçin ser sindoqan û bibêjin "Na".

Tirkiye şahidiya gelek komkujî, bûyerên civakî û şideta dewletê kir. Welatiyên ku di komkujî, qetlîam û bûyerên civakî yên vî welatî de bi birîndarî filitîn têkildarî pêvajoya referandûmê axivîn.

'EM Ê JI BO CENAZEYÊN KU PIŞTÎ MEHAN HATIN DERXISTIN BIBÊJIN 'NA''

Welatiy bi navê Aziz Tunç, ji komkujiya Mereşê ya di 19-26'ê 1978'an de pêk hat û 105 kes hatin qetilkirin, bi birîndarî filitî. Tunç, diyar kir ku di referandûmê bikaranîna dengê "Erê" tê wateya tescîlkirina polîtîkayên komkujerî û wiha axivî: "Gotina 'Erê' tê tesdîqkirina komkujya Mereşê jî. Dê hemû mereşî ji bo hesabpirsîna komkujiya Mereşê, ji bo Musa Funda yê bi saxî ew avêtin nav agir, ji bo Ali Traşê ê dest û lingên wî hatin jêkirin û wê avêtin nav ava kelandî, dê ji bo cenazeyên ku piştî mehan ji bin axê hatin derxistin bêjin 'Na'."

'NA TÊ WATEYA NEJIBÎRKIRINÊ'

Şanoger Serkan Dogan, ji qetlîama Sêwazê ya 2'yê Tîrmeha 1993'yan filitiye, lê birayê wî Serdar Dogan di heman qetlîamê de hatiye qetilkirin. Her wiha wê demê gotine Serkan Dogan jî miriye û wî xistine morgê, lê bi tesadufî difilite. Dogan, bi bîr xist ku îro kiryarên komkujiya sêwazê rêveberên AK Partiyê ne û got, ev ji bo "Na"yê bi tena serê xwe sedemek e. Dogan wiha domand: "Ez ê çawa ji mirovên ku parêziya komkujiyê kirine re bibêjim 'Erê'. Dema em vê bibêjin em ê çawa li Berkin binêrin, em ê çawa wê pehîna dawî ya avêtin Ali Îsmaîl ji bîr bikin. Em tu carî nebûn xwediyê feraseteke ku wan li me wisa kiriye em ê jî li wan wisa bikin. Lê ev nayê wateya ku em ê hesab ji wan nepirsin, nayê wateya ku em ê ji bîr bikin. Ji bo vê jî 'Na' pêwîstiyeke jêneger e. Ji kerema xwe re bila her kes xwedî li sindoqa xwe derkeve û bi pêyî 'Na'yê bikeve. Hêvîdar im dê encameke baş bi xêr û bêr derkeve."

Ulaş Alankuş, jî di komkujiya Pirsûsê ya ku 33 ciwanên sosyalîst jiyana xwe ji dest dan de, ji dest û lingê xwe birîndar bû. Alankuş wiha got: "Ji bo careke din komkujî çênebin ez ê bibêjim 'Na'. Bi salane li vî welatî bi çewisandinî bi ser mirovan de diçin. 'Na' AKP naqedîne, lê dê rê li ber bigire. 'Na', tê wateya jiholêrakirina artêşa cinawiran a ku hemû daraz, artêş û hêzên welat xistiye bin destê xwe."

DAYIK Û KEÇA XWE DI HEMAN TEQÎNÊ DE BIRÎNDAR BÛN

Di komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Enqereyê ji wan kesên birîndar bûn yek jê jî Elif Zavar û keça xwe ya 17 salî bûn. Zavar wiha axivî: "A rast li vî welatî pirsgirêka ewlehiyê tune ye. Tenê li dijî kesên ku doza aştiyê dikin êrîş hene. Dewlet dema dixwaze tevdîrên ewlehiyê digire û dema naxwaze jî nagire. Ji ber ez ê di referandûmê de bibêjim 'Na'. Hêvîdarim dê kesên ku heta niha bi hestiyarî tevnegeriyane ji bo pêşeroja zarokên xwe di vê referandûmê de bibêjin 'Na'."

Erkan Şimşek jî di komkujiya Gaziyê ya 12'ê Adara 1995'an ya ku 22 kes hatin qetilkirin de bi birîndar xelas bû. Şimşek, anî ziman ku ji komkujiya Gaziyê heta niha feraseta îktîdarê qet neguheriye û wiha got: "Ez êê wek kesekî ku komkujî dîtiye di referandûmê de bibêjim 'Na'. 14 salin dîktatoruyê dikin, ma ne bes e? Li dijî dîktatoriyê, li dijî rêveberiya yekzilamî û ji bo careke din komkujî çênebin dibêjim 'Na'."

JI BO HESABPIRSÎNÊ

Muharrem Dalsuren, di dema berxwedana Geziyê ya 2013'an de, ji ber bombeya gazê ya polîsan ji çavekî xwe bû. Dalsuren ê ji be rşideta dewletê 11 caran emeliyat bû wiha got: "Di ser re ewqas dem derbas bûye, lê hîn jî evdekî Xwedê hesab nedaye. Niha jî li pêş me pêvajoya referandûmê heye. Ez ê teqez di referandûmê de bibêjim 'Na'. Ji bo hêzên dewletê bên cezakirin ez dibêjim 'Na'."

JI BO CERATTEPEYÊ 'NA'

Zeyno Bayramoglu jî di berxwedana Cerattepe ya Artvînê de ji ber şideta polîsan bi giranî ji lingên xwe birîndar bû. Bayramoglu, ya piştî 5 emeliyatan dest bi meşê kir wiha got: "Beriya her tiştî ji bo li Cerattepeyê maden neyên çêkirin dibêjim 'Na'. Ji bo komkujî, girtin, binçavkirin çênebin, ji bo azadiya ramanê, ji bo spor, ekolojî, huner û hwd... Divê em ji vê rejîma çewisîner re bibêjin 'Na'. Beriya her tiştî em ê dubare vegerin wê motîvasyon û atmosfera 7'ê Hezîranê. Heke di referandûmê de 'Na' derkeve, wisa bawerim dê derkeve jî, dê di warê derûnî de civak rihet bibe."