Şêniyên Buyukada: Ji bo pir rengîya Tirkiye 'Na'

STENBOL - Şêniyên Buyukada ya Stenbolê ku bi rengên cuda bi hevre dijîn diyar kirin ku ji bo parastina pir rengiya li Tirkiye dibêjin Na. Welatiyan anîn ziman ku dê ji herêma wan ji sedî 80 "Na" derkeve.

Ji referandumê re 9 roj man. Bi nêzîkbûna referandumê re xebatên "Na" bi lez û bez berdewam dikin. Dengê "Na" herî zêde ji Stenbolê bilind dibe. Li Navçeyên Stenbolê Buyukada ku di hilbiartina
1ê Mijdarê de CHP ji sedî 46 deng derxist, AKP ji sedî 27, HDP'ê ji sedî 17 û MHP'ê jî ji sedî 6 deng derxist. Li navçeya Ku 15 hezar nifûsa wê heye bi piranî ji welatiyên ermenî, kurd, rûm û baweriyên elewî û xiristiyan pêk tên. Welatiyên Buyukada, bi piranî dibêjin "Na"

ŞÊNÎ DIYARDIKIN KU JI SEDÎ 80 NA YE

Şeniyên Buyukada ku bi piranî debara wan li ser turîzmê ye, diyar dikin ku piranî dibêjin "Na" Welati destnîşan dikin ku dê ji vê navçeyê ji sedî 80 "Na" derkeve. Komên CHP û HDP’ê ku bi coş û biryarekê xebatê dimeşînin jî bawer dikin ku dê "Na" derkeve. Li vir xebatên "Na" bi stran, stran, belavok û xebatên cuda bi coş û kelecanek mezin berdewam dike. Xebatên "Na" rastî germahiyek mezin tên.

EZ ELEWÎ ME LÊ QANÛNA BINGEHÎN MİN TEMSÎL NAKE

Esnaf Husnu Ateş (80), diyar kir ku ew dê bêje Na û ji ber ku bawer nake ku di vê qanûna nû de nûnertî û nasnameya elewiyan bê parastin dibêje "Na"

Şêniyê Buyukada Arif Aydin (58) jî anî ziman ku navçe ji nasnameya elewî, kurd, ermenî û cuhî bi hevre dijîn. Aydin, da zanîn ku xwedî nasnameya pir bawerî û pir rengî ye û ji bo parastina pir rengiyê dê bêjin "Na"

‘DÊ BI VÊ PERGALÊ CUDAKARÎ ZÊDETIR BIBE

Şêniya ku 30 salin li navçeya Buyukada dijî Gulizar Baştug (58) jî anî ziman ku ew li dijî cudakarî û polîtîkayên wêdekirin û înkarê dê bêjin "Na" Baştug da zanîn ku ji bo zarokên xwe pêşeroja xwe û parastina nasnameyên cuda dê bêjin "Na"

Ciwana ku xebatên "Na" dimeşîne Tanay Garip (26) jî wiha got: "Ciwanekî 21 salî nikare elhiyeta E bistîne û otobusê bikar bîne, lê dê çawa ciwanê 18 salî bibe wekîl û welat bi rêve bibe. Gelo îro li meclîsê wekîlê 25 salî heye? Ji bo zarok û pêşeroja xwe em dibêjin "Na"

Şêniya Buyukada Figen Aydin (62) jî anî ziman ku ew heyranê azadiya gelê xwe ye û wiha got: "Cihekî wekî vê gravê ku pir nasname, pir bawerî û pir çand heye ji bo parastina vê nasnameya pir rengî em dibêjin "Na"

Welatiya Buyukada Gulşin Gurkan (48) jî anî ziman ku maf û keda jinê ji destê jinê tê girtin û ji bo parastina ked, nasname û destkeftiyên jinan dibêjin Na."

Karkerê înşatê Ersin Tunç (28) jî anî ziman ku ji bo parastina mafê karkeran dibêje "Na"

Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan, jî anî zimanku li Gravê wekî şêniyekî gravê û ermenî nasnameya pir rengî û pir çandî diparêze û ew bawer dikin ku dê şêniyên vê Gravê dê reroka "Na" bişkînin. Esnafê Kahweya Faytoncuyan Fuat Dalma (42), jî ani ziman ku Grav navenda turîzmê ye ji bo parastina debarê dê bêjin "Na" .

Necla Demir / Asya İnedi - dihaber