AMED - Li navçeya Çinarê rêxistina HDP û CHP’ê ji bo parastina sindoqan lîste amade kir û da YSK'ê. Lê YSK'ê piştî lîste di lêpirsîna Midûriyeta Polîsan re derbas kir, lîsteyên HDP û CHP'ê red kir.
Astengî û redkirina kesên milê "Na" yên ji bo parastina sindoqan serî li Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) didin didome. YSK'ê,li şûna raste rast kesên li ser sindoqê erkdar be û bibe serokê sindoqan, piştî lîste di lêpirsîna midûriyeta polisan re derbas kir serokê sindoqan diyar kir. Li navçeya Çinarê rêxistina HDP û CHP’ê ji bo parastina sindoqan lîste amade kir û da YSK'ê. Lê YSK'ê li şûna bi xwe lêkolîn bike û lîsteyê hilbijêre, lîsteya kesan di lêpirsîn û erêkirina Midûriyeta Polîsan a Çinarê re derbas kir. Piştî lêpirsîna kesên ji bo serokên sindoqan serlêdan kiribû ji nava wan kes hilbijartin. Lîsteya ku HDP û CHP'e pêşkêşî YSK'ê kir, li ber çavan nehat girtin û hat redkirin. Piştî lîsteya HDP'ê ya ji bo serokê sindoqan hat redkirin HDP'ê îtîrazkir. Lêpiştî îtirazê YSK'ê disa îtîraz ji red kir. Lîsteya CHP'ê jî bi heman rengî hat redkirin.
YSK'e piştî lîste red kir li gorî xwe kes hilbijartin û li ser sindoqan bi cih kirin.