'Dê di şerê xwe yê li dijî kurdan de biqedin'

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Salih Cuma Pîr di nivîsa xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser gefên Serokomar, Serokwezîr û Wezîrê Karên Hundir ên li kurdan dikin. Pîr, anî ziman ku Serokomar, Serokwezîr û Wezîrê Karên Hundir dibêjin 'Em dê daliqînin, kok li wan biqelînin...' û yên nizanibin dê bêjin Fermandarên Romayê yên serkeftî ne. Pîr, anî ziman ku ev nîşan dide ku destê xwe ji kurdan şuştine. Di salên 1990'an de jî heman tişt dubare kirin.

Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Salih Cuma Pir, di nivîsa vê hefteyê de bal kişand ser ziyareta Serokomar Erdogan a Amedê û gefên wan ên li Kurdan dixwin. Nivîsa Pir a vê heftê wiha ye:

Di van rojên dawîn de serokomarê tirk, serokwezîr û wezîrê karên hundir dibêjin “Em ê daliqînin, kok li wan biqelînin, bipelçiqînin, em ê Qendîlê bitemêrin.” Wisa bi dengekî bilind bangewaziya şer dikin ku kesê nedîtibe ne dîtibana dê bibêje ku ev kesên hanê fermandarên Romayê yên serkeftî ne! Hem jî vê barewarê li Kurdistanê dikin.

Li Kurdistanê dibêjin ku dê ew qas mirovan bikujin. Di esasê xwe de ev barewar jî datîne holê ku tifaqa AKP-MHP’ê çi qas tengav bûye. Bi daxuyaniyên wiha li aliyekî dixwazin gelê kurd bitirsînin li aliyê din jî peyamê didin civaka tirk a bi hestên şovenîst hatiye zêrandin. Dixwazin bi vê barewara xwe dengên ‘erê’ zêde bikin. Bêguman dê ev daxuyaniyên wan ên ku behsa kûrkirina şer dikin, behsa rijandina xwînê dikin jî dê dawiya wan li xêrê negerîne. Serokwezîr her roja radibe û dibêje: “Dê Qendîl bitefe.” Hem jî vê yekê li Kurdistanê dibêje.

Dixwaze nîşan bide ku bê ka çi qas dijberiya PKK’ê dike. Bi vî awayî dixwaze piştevaniya derdorên şoven û dijberên kurdan bigire. Ev nêzîkatî jî nîşan dide ku destên xwe ji kurdan şûştine. Ji ber ku daxuyanî û gotinên wisa kurdan aciz dikin û hêrsa wan zêde dikin. Lê êdî ev yek ne di xema tifaqa AKP-MHP’ê de ye. Bi gotinên wisa ew dixwazin şerê psîkolojîk zêde bikin, kurdan çavtirsandî bikin û xwedêgiravî wan ji PKK’ê dûr bixin. Gotinên ku dubare û sêbare dibêjin: “Em ê tirsa PKK’ê ji ser gel rakin, em ê gel ji PKK’ê xelas bikin” di esasê xwe de şidandina zext û pêkutiyên li ser gel û çewisandina gel e. Ev gotin herî zêde di salên 1993, 1994 û 1995’an de hatin gotin û bihîstin. Kesên ku di salên 1990’î de şerê qirêjî meşand, ev gotinên hanê wek benîşt tim û dayîm di devê xwe de cûtin. Tifaqa AKP-MHP’ê jî xwedî aqilê salên 1990’î ye; kirinên wan jî jixwe li ser heman esasê ne.

Tayyîp Erdogan û AKP, desthilatiya xwe di salên dawîn de bi rêya şer bi zor û heftê belayê li ser piyan digire. Niha jî bi rêya kûrkirina şer dixwazin emrê xwe dirêj bikin. Dixwazin referandûmê jî di ser dijminatiya kurdan re qezenc bikin. Ji bo vê yekê jî hem êrîşî gerîla û hem jî êrîşî siyasetmedaran dike. Encax tirsa wî ya windakirina şer nava wî qetandiye. Ji ber vê yekê jî hin daxuyaniyên xwe jî ji bo meşandina şerê psîkolojîk didin. Di esasê xwe de li ser macerayeke din a beriya referandûmê pir nîqaş kirin, lê ji ber tirsa windakirinê newêrî bikin. Ji ber vê yekê bi gotinên “Dê Qendîl bitefe, dê bihara wan bibe zivistan” dixwazin bandorê li civaka tirk bikin û wisa deng ji wan bistînin. Heke di referandûmê de ‘erê’ derkeve wê demê polîtîkaya xwe ya şer dê bixin pratîkê. Ji ber ku ketine kulvareke wisa ku êdî bêyî şer nikarin bijîn. Lê heke îktîdarek hebûna xwe ew qas spartibe şer jî emrê wê dirêj nîn e. Ji ber ku bêyî qawet e, dixwaze bi rêya şer xwe bike qawet. Lê divê were zanîn îktîdareke ku bi siyasetê qediyabe bi şer jî nikare zêde li pêyan bimîne.

Tayyîp Erdogan, Bînalî Yildirim, Suleyman Soylu bi polîtîka û axaftinên xwe datînin holê ku rastiya kurdan hê jî fêm nekiriye. Hê jî haya wan ji rastiya kurd a ku bi saya têkoşîna azadiyê ya 45 salan hatiye afirandin, nîn e. Ew difikirin ku dê gelê kurd bi zixt û zorê were çewisandin. Her despot jixwe wisa difikire; jixwe Komara Tirkiye û kalikên wan jî, gel bi rêya zilm û zorê çewisandine. Tayyîp Erdogan jî dibêje qey dê bikare kurdan wisa biçewisîne. Ji ber vê her roj bi axaftinên xwe dixwazin kurdan bitirsînin. Bi vî awayî dê dawiya xwe bi destê kurdan bîne. Desthilatiya ku ew qas dijminatiya kurdan bike ji bilî ku xwe biqedîne tu tiştekî ku bi dest bixe, tune ye.

Tayyîp Erdogan ji bo serkeftinê li dijî kurdan ne bi tenê di nav sînorê Tirkiyeyê de dixwaze li derveyî sînor jî û li her derê êrîş bike. Ev şerûdiya wî jî tê wateya ku dê bikeve nav şerekî ku dê nekare qezenc bike. Şerê ku li dijî kurdan daye destpêkirin çi qas berbelav bike dê pêvajoya qedîna xwe jî ew qas lezgîn bike. Êdî rabe xwe bifiroşe hemû dinyayê jî dê nekare xwe ji vê aqûbetê xelas bike. Tenê yek şansekî wî heye; dê şerê xwe yê li dijî kurdan bi dawî bike û hebûn û azadiya kurdan nas bike. Lê xwe li korerêyeke wisa asê kiriye ku ji bilî vê rêyeke din jî tune ye. Ji ber ku derdorên îro ro ji bo emrê xwe dirêj bike xwe avêtiya dawa wan jî encax emrê îktîdara AKP’ê kin bikin. Dibe ku serkeftina Na’yê hişê wan bîne serê wan.

Jixwe rizgariya Tirkiyeyê jî encax bi serkeftina Na’yê pêkan e. Bi serkeftina ‘erê’ dê çi bibe; dê tifaqa AKP-MHP’ê jî wekî Talat û Enwer Paşa Tirkiyeyê ber bi macerayeke ve ku di dawiyê de parçe bibe, bibin. Ew çi qas êş û azarê bi kurdan û gelan bidin kişandin jî dê ev îktîdar xweş têk biçe.