AMED - Xebatkarê Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasî Ahmet Boltan yê di 1'ê Nîsanê de li Peyasa Amedê dema rojname belav dikir hat binçavkirin hat berdan. Nûçegihanên Rojnameya Şûjin Zeynep Turgut û Nişmiye Guler ên li Tetwanê hatin binçavkirin jî hatin berdan.
Rojnameger û xebatkarê Rojnameya Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasî Ahmet Boltan, di 1'ê Nîsanê de dema li semta Gazîler a Navçeya Peyasa Amedê rojname li aboneyan belav dikir, ji aliyê polîsan ve bêyî hincet nîşan bide hat binçakirin. Polisan rojname desteser kirin. Boltan di 6'ê Nîsanê de sewî dozgeriyê kirin û dozger jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî piştî li Îfadeya Ahmet Boltan guhdar kir ew serbest berdan.
NÛÇEGÎHANÊN ŞÛJIN JÎ HATIN BERDAN
Nûçegîhanên Rojnameya Şûjin Zeynep Turgut û Nişmiye Guler yên ji bo şopandina nûçeyên çûn Tetwanê û hatin binçavkirin piştî îfade dan hatin berdan. Nûçegîhanên Şûjin Nişmiye Guler û Zeynep Turgut di 6'ê Nîsanê de ji bo şopandina nûçeyê çûn Tatwana Bedlîsê û hatin binçavkirin. Zeynep û Nişmiye piştî ku li midûriyeta polîsan îfade dan hatin berdan.