BALIKESÎR - Li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê 21 girtiyan di 5'ê Nîsanê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.
Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan a bi daxwaza "Rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi dawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û rakirina dorpêça li ser gundan" hatibû destpêkirin bi beşdariyên nû ve berdewam dike. Li Girtîgeha Tîpa T a Bardirmaya Balikesîrê 21 girtiyan bi riya malbatên xwe ragihandin ku ji 5'ê Nîsanê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. Girtiyan diyar kirin ku heta ku daxwazên wan bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin.