Bi binçavkirinê gef li kesên dibêjin 'Na' xwarin!

WAN- AKP'iyên ku bi piştgiriya wesayîtên zirxî yên polîsan katin taxa Xaçortê ya Rêya Armûşê û xwestin xebatê "Erê" bimeşînin jinên ku nerazîbûn nîşan dan bi binçavkirinê tehdîd kirin.

Ji referandumê re demeke kurt ma, li Wanê AKP'iyên ku bi piştgiriya wesayîtên zirxî ve xebatên "Erê" dimeşînin li taxa Xaçortê ya Rêya Armûyê rastî nerazîbûna jinan hatin. Rêveberên AKP'ê yên ku bi wesayîtên zirxî û polîsan ve hatin taxê xwestin li vir belavokan bilav bikin lê rastî nerazîbûna jinan hatin. Li ser vê yekê AKP'iyan jin bi binçavkirinê tehdîd kirin.

BI PIŞTGIRIYA POLÎSAN HATIN TAXÊ

Jina bi navê Makbule Bartu (42) diyar kir ku jinên AKP'î bi piştgiriya 7 wesayîtên zirxî hatine taxê û wiha axivî: "15 jin û 7 wesayîtên zirxî hatin taxê. Ger ku ew bêyî polîsan bên vê derê em ê çay bidin wan, xwarinê çêkin. Lê em naxwazin bila bi polîsan ve neyên. Dema ku min li ber derî polîs dît, min nerazîbûn nîşan da. Min gote ji vir biçin em dibêjin Na."

BI BINÇAVKIRINÊ TEHDÎD KIRIN

Jineke ciwan a li heman taxê dijî ya nexwest navê xwe aşkera bike jî diyar kir ku gefa binçavkirinê lê xwarine û wiha axivî: "Ji bo Erê hatin vê derê. Min pirsa hûn çima bi polîsanv e hatine kir. Gote min ji ber ku hûn mirov nînin em bi polîsan ve hatin. Min jî got ger ku em ne mirov in hûn çima tên? Çima dengê min dixwazin? Piştî ku heqeretên xwe berdewam kir min jî bersiv da. Piştre jineke AKP'î ji polîsan re got biçin wan bigirin. Polîs jî bi binçavkirinê gef li me xwar. "