Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin

EDENE - Li Edeneyê di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin.

Li Edeneyê polîsan serê sibehê bi awayekî hemwext bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de mal hatin serobinokirin û tişt hatin belavkirin. Piştî lêgerînan gelek kesên ku nav û sedama binçavkirinan nehat hînbûn hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin ewil ji bo kontrola tenduristiyê birin Saziya Tiba Edlî û piştre jî birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê.