Rexistinên tenduristiyê: Tenduristiya çalakgerên grevê xetere ye

WAN - Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê û Odeyên Tabîban ên Wan û Colemêrgê têkildarî rewşa girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de daxuyani dan. Saziyên tenduristiyê diyar kirin ku li 8 girtîgehên cuda 87 girtiyên siyasi di çalakiya greva birçîbûnê de ne û rewşa tenduristiya wan xetere ye.

Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê û Odeyên Tabîban ên Wan û Colemêrgê li Salona KESK'ê ya Wanê civîna çapemeniyê pêk anî. Serokê Şaxa SES'ê yê Wanê Sezer Orenç, ani ziman ku li 8 girtîgehên cuda bi giştî 87 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê dene û rewşa tenduristiya wan xerab dibe. Onenç, anî ziman ku girtî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêş bişkeve, zextên li ser girtiyan û tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û operasyonên li herêmê bi dawi bibin dest bi çalakiyê kirine. Orenç, anî zimanku li Tîpa T-2 û T-3 yên Şakranê girtî 52 roj, li Girtîgeha Jinan a Şakranê 45 roj, li Girtîgeha Jinan a Sincanê 44 roj, li Girtîgehên T-4 ên şakranê 38 roj, li Tîpa T-1 a Tekirdagê 31 roj, li Girtîgeha Jinan a Tarsusê 25 roj, Li Girtîgeha Tîpa T4 a Şakranê koma 4'an 17 roj, li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê 11 roj, li Tîpa T a Hatayê 7 roj, li Tîpa L Antalyayê 5 girtî di 9 rojan de ye li girtîgeha Kepsut a Balikesirê 6 girtî 4 roj di çalakiyê dene.
Dîsa li girtîgehên din çalakiya dorveger berdewam dike.

Orenç, anî ziman ku girtiyên li Giertîgeha Tîpa T a Wanê jî piştî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin hatin sirgûnkirin û wiha got: "10 kesen ketin grevê ji ber dawî li çalakiyên xwe neanîn ew sirgûnî Tekîrdagê kirin. Piştî vê yekê 15 girtiyên din yên heman girtîgehê dest bi çalakiya greva birçibûnê kirin. 15 kesên din jî vê carê sirgûnî Boluyê kirin. Disa 8 jinên ketin çalakiya greva birçîbûnê sirgûnî Girtîgeha Sîncan û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê kirin. 4 girtiyên din jî piştî 06.04.2017'an şandin girtîgehên din. Di pêvajoya ku em gihiştinê de êdî çalakî zerarê dide bedena girtiyan. Astengkirina vîtamînên B1, B6 û B12 jiyana girtiyan dixe talûkeyê. Çalakiyên greva birçîbûnê ji bo vî welatî rûreşî ye. Çalakî bi awayekî cîddî zerarê dide bedena çalakgeran û tenduristiya wan dixe bin talûkeyek mezin. Daxwazên girtiayn rewa û qanûnî ye. Me wekî saziyên tenduristiyê ji bo daxwazên wan pêk bên û tenduristiya wan nekeve talûkeyê nivîs ji Wezîrê dadê û Wezîrê Tenduristiyê re şand.

Daxwazên saziyên tenduristiyê wiha ne:

“* Divê bi lezgîn bi rêk û pêk tenduristiya çalakgeran di bin kontrola saziyên tenduristiyê yên civakî de bên kontrolkirin. Divê heyetên serbixwe, parazvanên mafên mirovan û hiqûqnas bi girtiyan re hevditin pêk bînin û daxwazên wan bên bersivandin. Divê heyetên serbixwe li girtîgehan lêkolîn bikin.

* Wekî sendîka û parazvanên mafên mirovan û mafê tenduristiyê divê mafê girtiyan ê tenduristiyê bê parastin. Divê hemû rayedar daxwazên wan li ber çavan bigirin. Divê vîtaminên B1 bidin wan. Dive li gorî Peyman û Danezana Malta nêzî girtiyan bibin û mafên wan biparezin.

Em wekî SES, TTB û hevparên KESK'ê û malbatên girtiyan dixwazin mafê girtiyan ê jiyanê bê paratin û bi lezgîn ji bo daxwazên wan gav bên avêtin.